Daxuyaniya Meclisa me ya Jinan:
Em berxwedan û şoreşa ku di sala 2014an de bi pêşengiya jinan li dijî êrişên çeteyên DAIŞê li Kobaniyê bilind bû, silav dikin.
Jiyana nû ya ku bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan hatiye avakirin, îro ji bo jinên hemû cîhanê bûye îlham. Em ê piştevaniya jinên Kobaniyî bikin ku bi gundên xwe yên ekolojîk, bi makezagona xwe têkoşîna jiyaneke azad û wekhev didin.
Êrişên hewayî yên AKP-MHPê ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin êrişên li dijî destkeftiyên jinan in. Yên ku hewl didin hêza xwe bi siyaseta xwe ya şerê qirêj zindî bihêlin, êrişî gelê Kobanî û jinan dikin. Lê belê ev zihniyet tu carî bi ser neket û dê tu carî bi ser nekeve. Jin dê destûrê nedin ku hûn bi siyaseta şer desthilatdariya xwe li ser piyan bihêlin. Em ê bi jinên Kobaniyî re van polîtîkayên desthilata faşîst têk bibin.
Roj roja hevgirtinê ye! Jinên ku li hember mêtingerî û dîwarên tirsê yên ku li hemû cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn hatine avakirin dê bi berxwedana xwe ya dîrokî tarîtiyê ronî bikin.
Bijî Şoreşa Rojava!
Jin Jiyan Azadî
Meclisa Jinan a Partiya DEMê
1 Mijdar 2024