Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî:
Roja 13e Mijdara 1960î ji bo gelê Amûda Rojava û ji bo temamê Kurdistanê rojeke dilsoj e. 64 roj berî niha li Amûdê agirek bi Sînemaya Şehrazad ket û di encama wê şewatê de komkujiyeke mezin rû da. Şewata Sînemaya Amûdê di dîroka Kurdan de trajediyeke mezin e ku îro jî di hişûbîrê gel de zindî ye.
Rayedarên rejîma wê demê ya Beasê li gor biryara Dewleta Sûrîyeyê, hemû xwendekarên dibistanên seretayî bi awayekî mecbûrî birin sînemayê. Di salona sînemayê de ku têra 200 kesî dikir nêzîkî 500 zarokên kurdan hatin bicihkirin. Piştî ku agir bi salonê ket, leşkerên rejîmê deriyê sînemayê girtin û nehiştin gel agir vemirîne û zarokan ji şewatê xelas bike. Vê yekê rê li ber karesateke mirovî vekir û trajediyeke mezin rû da. Di Agirê Sînemaya Amûdê de ji 250 zêdetir zarokên Kurd ku temenê wan ji 12 salan biçûktir bû, şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.
Di ser Qetlîama Agirê Sînemaya Amûdê re 64 sal derbas bûn lê heta îro jî bi awayekî cidî û karîger ev bûyera dilsoj û tarî nehatiye ronîkirin, lêpirsîneke adilane derbarê berpirs, rayedar û saziyan de nehatiye vekirin, tu kesî ji ber vê komkujiyê li ber edaletê hesab neda. Bi ser de, Hikûmeta Sûriyeyê bi salan nehişt gelê Amûdê vê trajediya mezin bi bîr bîne. Rejîmê her tim bi zext û zor û qedexeyan xwest ku ev qetlîam bê jibîrkirin. Lê belê agirê Sînemaya Amûdê di hişûbîra Kurdan de hîn jî zindî ye û vê şewatê rûpeleke reş û tarî li dîroka mirovahiyê zêde kiriye.
Gelê Rojava û xelkê Amûdê îro hem ji bo ku agirê Sînemaya Amûdê dubare nebe û hem jî ji bo ku hevkar û piştevanên wê zihniyeta tarî îro careke din heman komkujiyan neqewimînin, li ber xwe didin, têkoşîna xwe ya hebûn û rûmetê didomînin; jiyanê diparêzin.
Di 64emîn salvegera Komkujiya Sînemaya Amûdê de, em hemû zarokên ku di wî agirî de hatin qetilkirin bi rêzdarî, bi rehmet û bi xemgînî bi bîr tînin. Em wê qetlîamê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Agirê Sînemaya Amûdê 60 sal in venemiriye. Amûdê hîn jî dilşewat e.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEMê
13 Mijdar 2024