Bakirhan: Ziman û çanda me di bin êrişeke mezin de ye, em ê têkoşîna xwe bilind bikin

Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan îro bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê beşdarî hin çalakiyan bû. Bakirhan; bi sazî, dezgeh, partî û pêkhateyên demokratîk re li Qada Şêx Seîd beşdarî daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî bû. Piştî daxuyaniya PZKê Bakirhan bi Hevserokên Giştî yên DBPê Çigdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir, bi Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û bi sedan dildar û xemxurên zimanê Kurdî derbasî bi diruşmeyan meşiyan Parka Roboskiyê. Bakirhan; wiha got; 

Divê em li hemberî zor û zilma desthilatê xwedî li zimanê xwe derkevin

Hevalên çapemeniyê, rêhevalên me yên saziyan hûn bi xêr hatin. Belê îro Cejna Zimanê kurdî ye. Ez Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikim. Li çar aliyê dinyayê 80 milyon Kurd hene ez cejna hemûyan pîroz dikim. Hem siyaseta Kurdan, hem çand û hunerê Kurdan di bin zilmekî mezin de ye. Ev zilm sed sal in dewam dike. Me îro jî dît. Em îro nikarin bi awayekî azad zimanê xwe pîroz bikin. Ji me zêdetir polîs hene li vir, em tiştekî dibêjin anonsan dikin. Zimanê me, siyaseta me di bin zilm û zordariyeke wiha de ye. Ji bo vê yekê pir bar dikeve ser milê me. Divê em li hemberî vana, li hemberî zor û zilma vana xwedî li zimanê xwe derkevin. Em Celadet Alî Bedirxan bi bîr tînin. Emeg û keda wî û hevalên wî li ser zimanê Kurdê pir zêde ye. em jî ji vir soz didin Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî; em dibêjin em minetdarî we ne. Meraq nekin, em ê ala ziman, ala çand, ala hunera Kurdî heta serkeftinê em ê berdewam bikin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Ji vir bi şûn de divê em li her derê bi Kurdî biaxivin, binivîsin, bifikirin.

Em ê derfetên hemû şaredariyên xwe ji bo Kurdî seferber bikin

Di hizûra we de ez pirsek li Hevşaredarên me dikim; ji vir şûn de divê hevşaredarên me ji bo hunera Kurdî, çanda Kurdê, zimanê Kurdî pir bisekinin. Zimanê me hebûna me ye. Ji vir bi şûn de em ê kolanan, cadeyan, sikakan li her derê em ê hînî zimanê xwe bibin. Em ê derfetên xwe hemûyan seferber bikin. Ez cardin dibêjim hûn hemû bi xêr hatin, li ser seran li ser çavan hatin. Cejna Zimanê Kurdî li me hemûyan pîroz be. Bimînin di xêr û xweşiyê de. 

15 Gulan 2024