Bombebarankirina niştecihên sivîl sûcê şerî ye, êrişên li ser Rojava bi dawî bikin

Desthilata AKP-MHP’ê her roj li her derê polîtîkayên xwe yên şer û aloziyê didomîne û dibe sebebê kuştin û trawmayên civakî. Ev siyaseta ku destê xwe ji şer venakişîne qesta canê kesên sivîl dike û sûcê şerî pêk tîne. Di van du rojên dawiyê de balafirên şer dîsa berê xwe dan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û niştecihên sivîl kirin hedef.

Şeva 23’yê Berfanbarê li Dêrik, Qamişlo û Tirbespiyê rafîneyên petrolê û embarên genim di serî de binesaziyên civaka sivîl hatin hedefgirtin û hatin bombebarankirin. Tesîsên elektrîkê, petrolê û gazê yên li Hesekê ku xizmetî gelê sivîl dike hatin bombebarankirin. Bi heman awayî şeva 25’ê Berfanbarê jî li Efrîn, Qamişlo û Kobaniyê fabrîkayên çîmentoyê, bîrên petrolê, çapxane û gelek kargeh hatin bombebarankirin. Tê zanîn ku ji ber van êrişan gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û karkerên avahîsaziyê jî tê de gelek birîndar hene. Em wan kesên ku ji ber van êrişan jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û şîfayên xêrê ji birîndaran re dixwazin.

Tenê îsal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla balafirên Tirkan ve 117 êrişên hewayî pêk hatin û 86 kes hatin qetilkirin. Diyar e ku armanca van êrişan gelê Kurd e, niştecihên sivîl in. Desthilata AKP-MHP’ê xala 51’emîn a Peymana Neteweyên Yekbûyî berevajî dike û ji bo êrişên xwe yên li ser Kurdan dike hincet. Dixwaze weke li Efrînê pêk anî vî sûcê şerî li her derê pêk bîne û demografiya bajarên Kurdan biguherîne. Armanca desthilatê ew e ku şerî bidomîne û belavî temamê herêmê bike. Bi van êrişan li Sûriyeyê aramî û çareseriya siyasî xera dibe.

Ev êrişên ku piştî pevçûna li Xakurkê pêk tên ji xeynî êş û bêçareseriyê tiştekî din naynin. Gelên Tirkiyeyê êdî naxwazin guhdariya gotinên şer bikin. Gelên Tirkiyeyê êdî dixwazin çareseriyeke birûmet û demokratîk ava bibe. Weke ev 40 sal in em bi awayekî giran tecrube dikin şer û pevçûn kêrî civakên Tirkiyeyê nayê, berevajî vê yekê şer krîzên civakî kûrtir û mezintir dike. Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze desthilata xwe bi şer û aloziyan bidomîne lewma di bêçareseriyê de israr dike, lê belê ew ê jî aqubeta yên berî xwe bijî.

Ji van polîtîkayên şer re êdî bes e! Destên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişînin û êrişên li dijî Rojava bi dawî bikin. Em bang li raya giştî ya netewî û navnetewî dikin, em bang li aştîxwazan dikin; em dikarin bi hev re van mirin û vî şerî bisekinînin.

Lijneya Rêveberiya Navendî
26 Berfanbar 2023