Cejna Qurbanê pîroz be

Peyama Hevserokên me yên Giştî ya Cejna Qurbanê:

Em wek gelên Tirkiyeyê di pêvajoyeke zor û zehmet de pêşwaziya cejnê dikin.
Em dizanin ku her kes di bin bêedaletî û neheqiyan de eciqiye. Lê dîsa jî em hêviyên xwe qut nakin, têkoşîna xwe ya ji bo aştî, demokrasî û wekheviyê didomînin.

Helwesta kesên ku têkoşîna edaletê didin, jinên ku ji bo azadî û wekheviyê li ber xwe didin, kedkar û parêzvanên mafên mirovan û xwezayê dikin ku em di vê cejnê de jî hêvîdar bin. Em dixwazin welatekî ava bikin ku tu kes mecbûr nemîne jê koç bike, tê de rê li ber ferasetên nijadperest û neyarane bê girtin, welatekî bêşer û pevçûn. Ev sedema hebûna me ye.

Em hêvî dikin ku Cejna Qurbanê ji hemû alemê Îslamê û gelên cîhanê re aştî, azadî û edaletê bînr. Bila bibe wesîle ku di şûna neyartiyê de hevaltî û piştevanî saz bibe, em êşên hev parve bikin. Em bi van hest û ramanan hêviya cejneke aram û bextewar dikin.

15 Hezîran 2024