Daxuyaniya Komisyona me ya Têkiliyên Derve:
Şerê navxweyî yê ku ji sala 2011an ve li Sûriyeyê didome, îro veguheriye qada şerê desthilatdariyê di navbera blokên cîhanî de û ji destwerdana dewletên herêmê re vekirî ye. Em dibin şahid ku şerê navxweyî bi pêvajoyeke xwînî û wêranker berdewam dike.
Di 8ê Berfanbara 2024an de rejîma Esed li Sûriyeyê hilweşiya û li pey xwe nakokiyên etnîkî, mezhebî û olî û êşên mezin hişt. Em ji dil hêvî dikin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi afirandina destûreke nû, bi lihevkirineke zexm tevkariyê li aramî û aştiya herêmê bikin, da ku Sûriye ji dîrokê ders werbigire û bi hemû dînamîkên xwe careke din rabe ser xwe û welatekî azadîxwaz li ser bingeha nirxên demokratîk ava bike.
Ji niha û pê de, ji bo ku hemû Sûriyeyî vegerin welatê xwe û agirbest bi awayekî domdar berdewam bike divê civaka navdewletî û dema ku pêwîst be NY berpirsyariyê bigire ser milê xwe.
Divê rê li ber asayîbûna Sûriyeyê bi rêveberiyeke veguhêz bê vekirin ku ji aliyê nûnerên rewa yên Kurd, Erebên Sunnî, Erebên Elewî, Xiristiyan, Durzî û hemû kêmneteweyên din ve hatiye avakirin. Em i dijî destwerdanên derve yên hêzên herêmê bang li hemû aliyan dikin ku haydar û hestyar bin û nehêlin ku li siberoja demokratîk a Sûriyeyê derbe bên xistin.
Ebru Gunay – Berdan Ozturk
Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya DEMê
8 Berfanbar 2024