Dogan: Divê em li her derê li hemberî lîstokan destkeftiyên xwe mezin bikin

Berdevka Partiya me Ayşegul Dogan li Navenda Partiya me derbarê hilbijartinê û rojevê de daxuyanî da. Wê ev yek anîn zimên: 

Divê em li her derê li hemberî lîstokan destkeftiyên xwe mezin bikin

Çapemeniya rêzdar, guhdarên rêzdar, gelên ezîz, kesên ku dilê wan, guhê wan bi me re ye, ez we hemûyan yek bi yek li ser navê Partiya DEMê silav dikim. Rojên jimartî mane ji bo hilbijartine. Em li kolanan, li bajaran, li taxan ji bo çi dişuxilin? Me gotiye 31ê Adarê em destkeftiyên xwe mezintir bikin. Çi ye mezinkirina destkeftiyên me? Di serî de di destpêkê de em dixwazin qeyûman bişînin. Lê belê divê em rêjeya xwe ya giştî bilindtir bikin. Rêjeya me ya giştî destkeftineke gelek mezin e. Tişta ku bi zordariyê ji me hatiye standin em bi dengê xwe, bi rengê xwe careke din paşde bistînin. Em dibêjin ev têrê nake. Divê em weke Partiya DEMê weke kesên ku bi dilê xwe, bi mejiyê xwe ji bo vê xebatê heya niha amade ne, bi partiya me re ne, dixwazin partiya me mezin bikin divê bizanibin ku dengdayîna vê partiyê ne tiştekî erzan e. Divê her kes bizane ku her dengek berdêlên mezin di xwe de dihewîne. Ji bo ku em xwedî li van berdêlan derkevin, ji bo ku em paşeroja xwe ji bîr nekin, pêşerojek wekhev ava bikin, di nav wekheviyê de bijîn divê em destkeftiyên xwe li her derê mezin bikin. Divê em bi rêjeyeke bilind ji vê derê derkevin. Ji ber wê yekê nebêjin bi dengekî tiştek naguhere. Gelek tişt dihugihirin. Me ev yek tecrube kiriye, me ev yek dîtiye, dîroka me şahidê vê yekê ye. Bi dengekî hûn dikarin, em dikarin gelek lîstokên mezin asteng bikin. Ew bi hesabên biçûk cardin dixwazin siya xwe li ser îradeya me daynin. Destûrê nedin vê yekê, xwedî li dengê xwe, li sandoqên xwe derkevin. Kesên ku ji bajarên xwe û sandoqên xwe dûr in bila xwe bigihînin rêxistinên me. Her tişt ji bo wan hatiye amadekirin. 

Ez deng li hikûmetê dikim; dev ji hesabê biçûk berdin û zimanê Kurdî nas bikin

Raya giştî jî hûn jî dibînin li kolan û bajarên Amedê partiya desthilatdar bi muzikên Kurdî propagandaya xwe dikin. Çawa çêdibe ku ev zimanê li Enqereyê nayê nasîn, tê jibîrkirin, li Şirnexê, li Rihayê, li Amedê tê bîra wan? Ger ku hûn jidil in, ger ku hin namzedên we dibêjin em Kurd in û bi Kurdiya xwe serbilind in, ger ku hûn jidil Kurd bin û bi vê serbilind bin em bangewaziyê dikin bila bi rêya zagonî Kurd bên qebûlkirin, ev ziman bê qebûlkirin li vî welatî. Ger hûn jidil bin kerem bikin werin em bikin em ji zû ve amade ne. Kurd bi van lîstokan nayên xapandin. Beriya hillbijartinan Kurd werin bîra we, piştre jî hûn ê Kurdan ji bîr bikin. Em wek Partiya DEMê vê yekê qebûl nakin. Kesên ku dengê xwe didin Partiya DEMê jî divê gelek şiyar bin. Em şîretekê li van ferasetan dikin. Dev ji van hesabên piçûk berdin. Em tu car bi lîstokên biçûk nehatine xapandin, dîroka me jî li holê ye. Em dibêjin Rabe DEM Hat. Îro nebe kengî? DEM ê were dewran ê biguhere. Bimînin di xweşiyê de. Heya 31ê Adarê karê me ne hêsan e. 

29 Sibat 2024