Dogan: Em dev ji doza zimanê xwe bernadin

Berdevka Partiya me Ayşegul Dogan derbarê geşedanên dawî û biryarên Lijneya Rêveberiya Navendî de li Navenda me ya Giştî daxuyaniya çapemeniyê da. Dogan wisa got: 

Dembaş ez we hemûyan bi rêzdarî, bi silavên germ, bi dostanî li ser navê Partiya DEMê silav dikim. Lijneya me ya rêveberiyê duh kom bû. Gelek mijar hatin nirxandin û derhaqê wan mijaran de hin biryar hatin standin. Ji makezagoneke nû heya hilbijartinan, ji polîtîkayên şerê taybet heya axaftina Erdogan, ji mîtînga ku dê 13ê Cotmehê li Amedê bê lidarxistin heya biryara Komîteya Konseya Ewropayê ya derheqê Birêz Ocalan de me gelek mijar nirxand. 

Di destpêke de z dixwazim li ser êrişên zimanê Kurdî dest pê bikim. Ev mijara me ya sereke bû. Her ku diçe êrişên li ser zimanê Kurdî, li ser nasname, çand û hunera Kurdî zêde dibe. Bênavber didome. Herî dawî li Amedê bi ser saziyên zimên yên wekî MED-DER, Pirtûkxaneya Payîzê de girtin û bi dehan kes binçav kirin. Ji aliyekî Wezîrê Karê Hundirîn diçe Amedê dibêje ‘zimanê Feqiyê Teyran zimanê me ye, Kurdî jî ya me ye’. Ji aliyekî ve hin wezîr diçin herêma Kurdistanê bi Kurdî tên pêşwazîkirin. Ew dikarin govendê bigirin, ew dikarin li stranên Kurdî guhdarî bikin, ew dikarin kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi stranên Kurdî bikin. Dema hilbijartin nêzîk dibe gelek hez ji zimanê Kurdî dikin, her roj derheqê zimanê Kurdî de daxuyaniyan didin û dibêjin di neqeba me de ferq nîn. Lê dema hilbijartin an jî berjewendiyên desthilatdaran û hin hesabên wan ên biçûk ji holê radibin yan jî wext ji bo wan dibihure pêwîstiya rê û rêbazên dîtir dibînin, dijbertiya zimanê Kurdî dikin. Bi salan e weke vê yekê bi kar tînin. Em jî dixwazin ji vê derê bersiv bidin wan. Em bi Feqiyê Teyran bersiva wan bidin. Feqiyê Teyran dibêje: 

Ê derbas bin rojên xefûr

Ê bên rojên qenc ên kibir

Xwe ra bikin ra û tevdîr

Hêsîr nebin ber zilma mîr

Kê dev ji zimanê xwe berdaye em jî berdin?

Em tu carî li ber êrişên li ser ziman, çand, nasname û hunera Kurdî serî netewand, me dev jê berneda. Em dibêjin ziman hebûna me ye. Kî dev ji zimanê xwe berdaye, kî dikare dev ji zimanê xwe, nasnameya xwe, doza ziman, çand û hunerê berde? Em jî bernadin. Ev yek di dîrokê de bi ispat heye. Ji ber vê yekê em cardin bangewaziyê dikin. Em dibêjin riya Feqiyê Teyran ne riya qedexekirinê ye. Riya Feqiyê Teyran riya azadiyê, hezkirina ziman e. Zimanê dayikê yê kê dibe bila bibe hûn nikarin qedexe bikin. Bi qedexekirinê jî hûn nikarin zimanekî çandekê ji holê rakin, hûn nikarin dîrokê berovajî bikin. Em jî dev ji vê dozê bernadin. 

Ji bo jiyaneke wekhev, birûmet û azad makezagoneke nû hewce ye

Derhaqê makezagonê de pirsa we hebû. Makezagoneke nû carna tê axaftin û dema tê axaftin jî dibêjin gelo DEM Partî dê helwestek çawa bide nîşan. Helwesta diyar e, gelek jî zelal e. Di vî warî de divê bi raya giştî re jî fikar û guman çênebin. Daxwaza me helwesta me ji bo destûra bingehîn bi salan e em eşkere dikin. Em dibêjim em jiyaneke wekhev, birûmet û azad dixwazin. Ji bo vê jî Makezagonek nû hewce ye, ne guhertina makezagonê. Îro kesên ku desthilatdar in bi çi helwestê hatin? Gotin em ê welatekî demokratîk biafirînin, her kes dê wekhev û azad bijî. Va ye kiryarên we li holê ye. Berovajiya vê yekê derket holê. Pîvanên me xuya ne, di bernameya me de jî xebatên me hene, tişta ku em dikarin bi raya giştî re parve bikin ev in. Em dev ji pîvanên xwe bernadin, daxwaza me diyar e. Ew dixwazin me bikişînin nav hesabên biçûk. Em nakevin nav van hesabên biçûk. Em dibêjin em di destpêkê de dixwazin rê û rêbazên çêkirina makezagonê bibînin. Gelo kesên ku li vî welatî dijîn dê bikaribin fikr û ramanên xwe derheqê makezagonê de bibêjin. Rêya çêkirinê dê çawa çêbe? Naverok jî xuya ye. Wekhevî. Ji bo jiyanek hevpar divê bingeha wê makezagonê jî li ser wekheviyê bê avakirin. 

Divê em li dijî şerê taybet nexşerêyeke nû derxin

Mijarek din ya civîna me MYKê şerê taybet bû. Bi taybetî li heremê didome. Rojnamevanek li Colemêrgê derheqê çeteyeke tiryakê de nûçeyek çêkir. Piştî vê nûçeyê li şûna ku ev angaşt bê lêpirsîn, derheqê vê rojnamevanê de biryara binçavkirinê girtin. Avêtin bi ser mala wê de. Rabîa Onver nûçegihana ajansa Jinnewsê ye. Em dibêjin ji ber vê nûçeyê tenê beriya wê jî ev di rojeva me de bû. Em dikarin nexşerêyeke nû derxin. Em ê li hemberî kiryarên şerê taybet têkoşîna xwe bilindtir bikin. Bi çi nexşerêyê em dikarin vê rizandina civakê nehêlin kurtir bibe? Xisarên ku heya niha derketine holê bi çi awayî em dikarin van xisaran carek din ji holê rakin. 8 sal bi rêveberiya qeyûman herêmek hate îdarekirin. Bi vî rengî xwestin civakê birizînin. Niha ji holê rakirina kiryarên vê rizandinê ne ewqas hêsan e. Divê her kes xwe berpirsyar bibîne. 

Divê berpirsiyarên hikûmetê bersiva domandina tecrîdê bidin

Mijareke din derheqê Birêz Ocalan de Konseya Ewropayê stand. Em bi salan in dibêjin tecrîd wekî rêbazek ji bo neçaserekirina pirsgirêka Kurd tê bikaranîn. Ev yek ne heq e, hûn nikarin li hemberî tu kesî vê neheqiyê bidomînin. Konseyê jî tişta ku me digot cardin derxist holê. Em cardin bangewazî dikin li desthilatdaran, li Wezirê Karên Hundir, li Wezîrê Dadê dikin. Divê derheqê vê tecrîdê de ji raya giştî re tiştek bibêjin. Çima ev tecrîd didome? Çima Birêz Ocalan nikare bi parêzerên xwe re û hin kesên din yên ku dixwazin pê re hevdîtinan bikin bi wan re hevdîtinan bike? Tişta ku berê hatiye tecrubekirin çima paşve diçe? Ger hûn bixwazin rêya çareseriyê li ber pirsgirêka Kurd vebe yan jî deriyekî ronî vebe divê hûn vê tecrîdê ji holê rakin. Ji bo vê yekê di 13’ê Cotmehê de li Amedê dê mîtîngek bê lidarxistin. Li hemberî komploya navneteweyî li Amedê gelek kes dê bicivin. Em jî weke DEM Partiyê ji vir bangewazî dikin. Werîn di 13ê Cotmehê de li Amedê em bicivin. Em bibêjin li hemberî şer em çareseriyê dixwazin, çareseriyeke demokratik ji bo pirsgirêka Kurd. Ev ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Her wiha nefesstandina ji bo vî welatî ye. Lewma werin em di 13ê Cotmehê de dengê xwe li Amedê bilind bikin. Em bibêjin dev ji tecridê berdin riya azadiyê riya jiyanek wekhev rêya jiyaneke serbilind vekin. Em ê 13ê Cotmehê li Amedê bin.

Mijara hilbijartinê beriya niha jî hevserokên me dema qeyûmên Colemêrgê li wir diyar kiribûn. Em vê yekê nîqaş dikin. Derheqê vê yekê de MYKya me ji bo ku hin tiştan zelal bike dixebite, em ê derheqê vê mijarê de nexşerêya xwe bi raya giştî re parve bikin. 

26 Îlon 2024