Em biryardar in ku sala 2025an bikin sala aştî û yekîtiyê: Sala nû li hemû gelên me pîroz be

Peyama sala nû ya Hevserokên me yên giştî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan:

Me salek li dû xwe hişt ku gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê berdêlên giranbiha ji bo azadî, wekhevî, nan û dadê dan, lê di heman demê de piştgirî û têkoşîn mezin kirin. Me li dijî tecrîd, şer, krîza aborî û newekheviyê bi biryardarî li ber xwe da û di bin her şert û mercî de daxwaza xwe ya jiyana mirovane parast.

Em bi hêviyên mezin dikevin sala 2025an. Em ê bi siyaseta xwe ya li ser bingehê ked, wekhevî û hevgirtinê têkoşîna xwe ya ji bo siberojeke bê şer û adil bidomînin.

Em ê di serî de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo hemû mijaran diyalog û muzakereyan pêş bixin, em ê her tim bibin dengê bindestan, ciwanan, jinan û kedkaran.

Em biryardar in ku sala 2025an bikin sala hêvî û aştiyê. Ji bo Tirkiyeyê û herêmê serdema aştî, demokrasî û yekîtiyê ye. Baweriya me heye û em ê vê yekê pêk bînin. Em sala nû li hemû gelên xwe pîroz dikin, em ji we re saleke mişt aştî, azadî û bextewarî dixwazin.

Tulay Hatimogullari – Tuncer Bakirhan

Hevserokên Giştî yên Partiya DEMê

31 Berfanbar 2024