Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî:
Me bi xemgînî bihîst ku rojnamevanên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan vê sibehê ji ber êrişa SÎHAyê ya Tirkiyeyê di navbera Bendava Tişrîn û bajarokê Sirrînê de hatine qetilkirin, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan birîndar bûye.
Rojnamevanên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji 8ê Berfanbara 2024an ve li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozakê êrişên Tirkiyeyê û komên çeteyan û berxwedana li dijî van êrişan dişopandin û nûçe belav dikirin. Bi saya xebatên wan ên pîroz raya giştî hînî heqîqetan dibû û geşedanên li Rojava bi awayekî rast dişopand. Wan berxwedana jinên Rojavayî digihandin temamê cîhanê.
Di vê qonaxa dawî de desthilata AKP-MHPê dest bi polîtîkayên nuh ên qirkirinê kiriye. Hêzên desthilata AKP-MHPê niştecihên sivîlan bombebaran dikin û heta niha gelek sivîl ji ber van êrişan hatin qetilkirin. Em baş dizanin ku ev hedefgirtina rojnamegeran jî êrişeke rêxistinkirî ye û balafirên Tirkiyeyê bi zanebûn rojnamevan hedef girtine. Ji ber ku rojnamevanên çapemeniya azad êrişên li ser gelê Kurd û gelên Rojava dixistin rojevê û pêşî li nûçeyên derew digirtin, bûn hedefên balafirên Tirkiyeyê. Bi vê hedefgirtinê hat xwestin ku sûcên şer ên li Rojava tên kirin bên veşartin û pêşî li bertekên navneteweyî yên li hemberî polîtîkayên dagirkirinê bê girtin.
Ev êriş li dijî hiqûqa navneteweyî û mirovahiyê hatiye kirin. Em vê êrişa qirêj lanet û şermezar dikin. Em bang li rayedarên navneteweyî dikin ku li dijî van êrişên qirêj demildest dengê xwe bilind bikin û van qetlîaman bisekinînin.
Bila bê zanîn ku ev êrişên qirêj dê nikaribin têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna jinan û têkoşîna rojnamegerên çapemeniya azad sist bikin. Têkoşîna Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dê li erdê nemîne. Çapemeniya azad dê bi biryardarî û têkoşîneke mezin li ser şopa wan li pey heqîqetan be.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEMê
20 Berfanbar 2024