Em Pêşengê Zimanê Kurdî Celadet Alî Bedirxan bi rêzdarî bi bîr tînin

Daxuyaniya Komîsyona Ziman û Çandê: 

Di ser koça dawî ya zimannas, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar, kedkar û xemxurê ziman û çanda Kurdî, Celadet Alî Bedirxan re 73 sal derbas bûn. Em di 73yemîn salvegera xatirxwestina wî de Celadet Alî Bedirxan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin.

Celadet Alî Bedirxan dema ku 15ê Tîrmeha 1951ê de li Şamê xatir ji jiyanê xwest li pey xwe mîraseke mişt têkoşîn û xebatên gelek giranbuha xiştin. Jiyana Celadet Alî Bedirxan, bi têkoşîn û berxwedaneke mezin û di nav sirgûniyê de bihurî. Jiyana wî parçeyekî dîroka gelê Kurd e û di têkoşîna azadiya gele Kurd de mînakeke hêja ye. Kalê Celadet Alî Bedirxan Mîrê Mîrektiya Cizîra Botan Mîr Bedirxan, ji ber ku polîtîkayên navendîbûnê ya dewleta Osmanî qebûl nekir û ji bo azadî û mafên Kurdan dixebitî ji welatê xwe hat sirgûnkirin. Lewma Celadet Alî Bedirxan di sirgûniyê de, di 26ê Nîsana sala 1893yan de li Stenbolê ji dayik bû. Celadet Alî Bedirxan ji Stenbolê heta Ewropayê û ji Ewropayê heta Şamê di sirgûniyê de jiya lê belê her tim ji bo ziman û çanda Kurdî, ji bo serxwebûna neteweya Kurd di nav keftûlefteke mezin de bû. Celadet Alî Bedirxan hem di warê zimannasî û çandî de, hem jî di warê xebatên siyasî de roleke dîrokî lîst. Ew tu carî netebitî û her di nav xebat û têkoşînê de bû. Di 15ê Gulana 1932an de Kovara Hawarê derxist û ev Kovar ji bo neteweya Kurd bû pêngaveke dîrokî ya ziman û wêjeyê. Celadet Alî Bedirxan, heval û hogirên wî di Hawarê de kuliyeteke mezin ava kirin û îlhameke mezin dan lêkolîner û xebatkarên ziman û çanda Kurdî. Kovara Hawarê ji bo Kurdan bû wek dibistanek û zanîngehekê û nivîskarên wek Kamiran Alî Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn li xwe civandin. Celadet Alî Bedirxan, di temamê jiyana xwe de ji bo standardîzasyona zimanê Kurdî hewl da. Ew, yek ji danerên alfabeya Latînî ye ku ev pêngav di dîroka zimanê Kurdî de şoreşeke mezin e. 

Celadet Alî Bedirxan di 15ê Tîrmeha 1951ê de li Şamê koça xwe ya dawî kir. Dema ku wî koça xwe ya dawî kir hîn 58 salî bû. Wî, di nav 58 salan de gelek xizmetên giring, dîrokî û hêja ji gelê xwe re hiştin. Celadet Alî Bedirxan bi xebat û xîreta xwe di dilê gelê xwe de dijî û ew heta hetayê şarezayê gelê xwe ye. Şîretên ku wî li ser giringiya Kurdî li gelê xwe kir hîn jî li ber guhê me ye. Em ê mirasa ku wî ji me re hişt bigihînin lûtkeyê û azadiya zimanê xwe bi dest bixin.

Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya DEMê
15 Tîrmeh 2024

Hûn dikarin daxuyaniya Kirmanckî ji vê derê bixwînin.