Encamnameya 1. Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî

 EM JI BO AZADIYÊ BIRÊXISTIN DIBIN!

Em Yekemîn Konferansa xwe ya Rêxistinbûnê ya Navendî; di şexsê Narînê de diyarî hemû zarokan dikin ku li Tirkiye, Kurdistan û Filistînê hatin qetilkirin û windakirin...

Me Konferansa xwe ya Rêxistinbûnê bi îrade û biryardariyeke mezin li dar xist

Me 1. Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî ya Partiya DEMê ji herêmê dest pê kir, ji bajarokan heta navçe û bajaran gav bi gav hûnand. Me di rêxistinên xwe yên bajar, navçe û bajarokan de bi gel re bi dehan civîn û komxebat pêk anîn. Me nêrîn, rexne û pêşniyarên ku di van civînan de derketine holê û pêşniyarên çareseriya wan bi baldarî anîn gel hev û bingeha konferansa xwe ya rêxistinbûnê ava kir.

Me di 12-13ê Îlona 2024an de 1emîn Konferansa Rêxistinbûnê ya Jinan a Navendî, di 14-15ê Îlona 2024an de jî 1emîn Konferansa xwe ya Rêxistinbûnê ya Navendî bi şîara “Em ji bo Azadiyê Birêxistin Dibin” li Enqereyê pêk anîn. Konferansa me bi beşdariya bi sedan kesan pêk hat. Ji çar aliyê Tirkiyeyê pêkhate, kesayet, ciwan, jin, kedkar, astengdar, teqawît beşdar bûn. Konferansa me bi hemû pêkhateyên xwe ve, bû sembola yekîtiya girseya li dijî monîzmê û careke din ahenga fikrên me û pratîka me ya rêxistinî ya ku me heta îro bi israr parastiye, nîşan da. Konferansa me bi coş, heyecan û tevlêbûneke mezin derbas bû û du rojan me nîqaşên aktîf û kûr kirin. Em bi hemû rêhevalên xwe re li rê û rêbazên pêşketineke nû ya rêxistinî hûr bûn. Me li ser esasê paradîgmaya xwe nîqaş kir ku em di demeke dîrokî de avahî, model û fonksiyona xwe ya rêxistinî ya herî baş ji nû ve ava bikin.

Konferansa me Navê Destwerdana li “Kêlî”yê ye!

Konferansa me di demeke wisa de pêk hat ku ji aliyekî ve pergala sermayeya darayî ya cîhanê bi giştî ji nû ve tê dîzaynkirin, li ser asta cîhanî û herêmî geşedanên krîtîk diqewimin û ji aliyê din ve êrişên qirker ên Îsraîlê yên li ser Filistînê li Rojhilata Navîn didomin, li ser xetên enerjî û bazirganiyê têkoşîneke dijwar a hegemonyayê tê meşandin, desthilata AKP-MHPê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê zêde kirine, gefên li ser Rojava zêde kirine û rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê veguherandine neragihandina mutleq.

Birêz Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata 1999an û vir ve rastî polîtîkayên tecrîdê yên sîstematîk tê, ji 5ê Nîsana 2015an û vir ve di bin tecrîda mutleq de ye. Têgîna tecrîdê ji bo ravekirina rewşa îro ya li Îmraliyê têr nake. Girtîgeha Girava Îmraliyê ku bûye çala reş a hiqûqê, qeydkirina bêhiqûqiya rejîma AKP-MHPê ya Tirkiyeyê û pergala siyasî ya navneteweyî ya ku girêdayî wê ye. Tezên çareseriyê yên Birêz Ocalan li dijî şerê emperyal yê ku li ser gelan tê ferzkirin aştiya gelan diparêze. Xebatên wî yên teorîk ên ji bo têkoşîna gelên bindest ên Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî polîtîkayên kapîtalîst û kolonyal, ji bo bidawîkirina nakokî û şerên li deverên cuda yên cîhanê, bi taybetî jî pirsgirêka Kurdistan û Filistînê, xwedî giringiyeke sereke ne. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û tevkariya wê ya ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, divê têkoşîna ji bo temînkirina mafê Birêz Ocalan yê tenduristî, ewlekarî û şert û mercên xebatê yên azad û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan, bê mezinkirin.

Bandora neçareserkirina meseleya Kurd û israrkirina di polîtîkayên şer de, krîza siyasî kûrtir dike. Ev yek jî bûye sedema krîzeke aborî û civakî. Li Tirkiyeyê kedxwarî gihiştiye lûtkeyê, krîza aborî karker, cotkar, kedkar û malnişîn mehkûmê birçîbûn û xizaniyê kiriye, girtîgeh bûne navendên îşkenceyê, zext û sansûra li ser rojnameger û çapemeniyê zêde bûye, desthilatdariya mêrane gihiştiye asta qirkirina jinan, sûcên li dijî zarokan zêde bûne, daxwaz û mafên wekhevî û nasnameyê yên beşên civakî yên cuda tên tunehesibandin, îdeolojiya saxlemperestiyê hatine xurtkirin, koçber bûne hedefa gotinên nefretê û polîtîkayên lîncê, cudakarî û marjînalkirina li dijî Elewiyan dewam dike, siyaseta înkarê ya li ser ziman, çand û hebûna Kurdan careke din ketiye meriyetê, pêleke nû ya êriş û dijminatiyê hatiye destpêkirin, çavbirçîtiya sermayê ya ji bo qezencê, xweza ji talana bêdawî re vekiriye, bi qanûnê hewl tê dayîn ku serjêkirina heywanan were rewakirin. Desthilatdariya AKP-MHPê bi pêleke mezin a êrişan a li dijî civakê hewl dide ku civakê birizîne.

Pergala perwerdehiyê ya ku bi mufredateke nû ya mezhebî, nîjadperest, zayendperest, monîst û antîdemokratîk tê avakirin û hewl dide ji sermayeya zordar re karkeran bigihîne, veguheriye amûreke îdeolojîk a ku ciwanan parçe dike. Bi mîlyonan ciwan bi xizanî, nestarî, di bin şert û mercên îstîsmarê de dixebitin, bi asîmîlasyon, koçberî û polîtîkayên şerê taybet re rû bi rû ne. Desthilatdariya ku li hemberî vîna azad û rêxistinkirî ya ciwanan bêtehamul e, armanc dike ku polîtîkaya îmhaya civakî ya kapîtalîzma gerdûnî bidomîne. Desthilat dixwaze pêşî li rêxistinbûna ciwanan bigire, ji bo vê yekê jî serî li rê û rêbazên curbecur dide. Bi vî awayî dixwaze azadiyê dîl bigire û ciwanan bê nefes bihêle. Ciwanan di konferansê de bi biryardariyeke mezin nîşan dan ku ciwan di refên herî pêş ên rêxistinbûyîna me de ne, têdikoşin û bi beşdarbûn û îradeya ciwanan civakeke rêxistinkirî dikare bê avakirin.

Konferansa me ya ku me bi israra avakirina civakeke birêxistinkirî li dijî şert û mercên hilweşîna civakî pêk anî, niha bi biryarên ku me ji bo destpêkek xurt girtine, pêngaveke nû ya rêxistinî dide destpêkirin. Me di konferansa xwe de derbarê modela xwe ya rêxistinî û xebatên rêxistinî de gelek biryarên giring girtin. Biryarên ku di encama nîqaşên berfireh ên li ser astengiyên li ber rêxistinê de hatine girtin, bi xurtî têkiliya di navbera ramanên partiyê û rêxistinê de radixe ber çavan û rê û rêvebirina avakirina civakeke rêxistinkirî û parastina civakê vedike.

Em bi Biryarên Nû Serkeftineke Rêxistinî Pêk Tînin

Konferansa me li gorî paradîgmaya me ya “partiya kongreyî” prensîba koordînasyona organan di xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî de wek eksê sereke destnîşan kiriye. Partiya me ji bo xurtkirina xebatên xwe yên herêmî biryar da ku bi hevrêziya kongreyan Komîsyonên Tax û Gundan ava bike. Xebateke din a giring a pêşketina me ya rêxistinî ew e ku em ê her bajar, navçe, bajarok û gundekî bikin navendeke perwerdeyê. Armanca konferansa me ew e ku em hêza kesên ku li dijî pergala kedxwarî û mêtingeriya siyasî ya navendî, otorîter, antîdemokratîk a heyî derxin holê û vê hêzê bi rêxistin bikin û bi siyaseta Rêya Sêyemîn pergaleke siyasî ya demokratîk û azadîxwaz ava bikin.

Di vê bendavê de ku pirsgirêkên civakî û siyasî kûrtir bûn, di konferansa me de mekanîzmayên rêxistinî yên partiya me ku ji aliyê rêxistinî û xebatan ve nebes bûn, di çarçoveya pêdiviyên serdemê de hatin sererastkirin. Partiya me ya ku qada civakî birêxistin dike, torên xurt ên hevgirtinê ava dike û wan bi armanca parastina civaka ku têdikoşe berfireh dike, biryar da ku modela Koordînasyona Herêmî ya Endamên Meclisa Partiyê, li 12 herêman li ser esasên erdnîgariya Tirkiyeyê bi rêxistin bike û mekanîzmayên demokratîk, konfederal, herêmî, xweser û azadîxwaz ava bike. Di konferansa me de biryar hat girtin ku xebatên amadekariya kongreyên bajar, navçe û bajarokan û Kongreya Mezin a partiya me ya ku pêkhateyek piralî dipejirîne, bi esasê temsîliyeta wekhev û kesayetî û bi pêkhateya partiyê re xebatan bike û komîsyonên kongreyê û komîsyonên lihevkirinê dê li gorî rêgezên demokratîk ên radîkal karên xwe bikin.

Di konferansa me de hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî zehmetiyên îdeolojîk, siyasî û rêxistinî yên ku jinên birêxistinkirî rastî wan tên, ne tenê qada jinan in û tenê jin dê li dijî van polîtîkayan li ber xwe nedin. Ev zehmetî û zordarî encamên polîtîkayên zayendperest ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHPê ne. Ji ber vê yekê hemû pêkhateyên partiya me berpirsyariyar in ku li dijî polîtîkayên zayendperest têbikoşin. Di vî warî de divê nûnertiya wekhev di hemû astên partiya me de bê birêvebirin, divê hevserokatî wekî xeta me ya mor bi israr bê parastin û têkoşîna li dijî desthilatdariya mêrane bê xurtkirin.

Ji bo Avakirina Rêya Sêyemîn Em ê Bihêztir Birêxistin Bibin

Di encama polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHPê de Tirkiye ji aboriyê heta siyasetê, ji çandê heta perwerdeyê bi pirsgirêkên kûr ên bingehîn re têdikoşe. Ev pirsgirêk bi restorasyon, tamîrkirin, nûkirin an sererastkirina pergala navxweyî nayên çareserkirin.  Pirsgirêkên bingehîn in û pergalî ne, divê çareserî jî birêkûpêk û pergalî bin. Nîqaşên pergala siyasî di navbera statûko û restorasyonê de asê mane û weku alternatîfeke din tunebe propaganda tê kirin. Li dijî vê manîpulasyonê, alternatîfa demokratîk a rasteqîn a gelê me, bindestan û kedkaran li kolanan, li rêveberiyên herêmî û li meclisê ye, divê em vê heqîqetê bi xurtî saz bikin û sûbjektîfîze bikin.

Dîroka têkoşînê ya ku cewhera Partiya DEMê pêk tîne hemû gelên Tirkiyeyê temsîl dike, berxwedan û nerazîbûnên ciwanan, tevgerên ekolojiyê, tevgera jinên Kurd, tevgerên jin û femînîzmê û têkoşîna mafan birêxistin dike, li ser zemîneke ku kombûna tevgera siyasî ya Kurd bi mîrateya hêzên sosyalîst, şoreşgerên demokratîk ên li Tirkiyeyê re di nava xwe de dihewîne. Em sedema êrişên îdeolojîk û siyasî û propagandayên qirêj ên li dijî daxwaza wekhevî û azadiyê ya Tevgera Azadiya Kurd tên kirin dizanin. Ev êriş ji ber hişê rejîmê ne, ku ev hiş ji vê taybetmendiya Partiya DEMê ditirse û ji mezinbûna wê aciz dibe, naxwaze Partiya DEMê bi gelên Tirkiyeyê re bi awayekî hevpar têbikoşe. Em ji bo meseleya Kurd doza çareseriya demokratîk dikin, em ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û avakirina civakeke wekhev û azad têdikoşin. Partiya me hevpariya wekhev û azad a bi sazî û pêkhateyên demokratîk re, stratejiya Rêya Sêyemîn, biryardariya tifaqa demokratîk û pêwîstiya sekna li kêleka têkoşîna demokrasiyê, bi feraseta demokrasiya radîkal diparêze.

Li ser vî esasî Partiya me siyaseta Rêya Sêyemîn dimeşîne û her wiha avaniya pirrengî a partiyê wek zemîna têkoşîna hevpar dibîne. Partiya me îlan dike ku bi armanca ku em bi hev re serdema nû birêxistin bikin Partiya me dê girêdayî stratejiya berfirehbûn û civakîbûnê bibe. Partiya me ji avaniyên siyasî re vekirî ye ku forma Partiya Kongreyî pejirandine. 

Konferansa me bi vê hişmendiyê rexneya xwe dide ku Rêya Sêyemîn bi tevahî nehatiye bicihanîn û em vê yekê weke kêmasiyeke bingehîn dibînin. Em ê bi biryardariyê berpirsyariya xwe ya li ser Rêya Sêyemîn pêk bînin û bi xurtî li ser esasê têkoşîna hevpar xwe birêxistin bikin.

Rêxistinbûn ji bo Civakeke Azad Jiyanî ye

Pêla nû ya êrişên ku desthilatdariya AKP-MHPê bi her cure rêbazên tundiyê li dijî civakê daye destpêkirin, rizandin, jihevxistin û parçekirina siyasî û civakî daye lezkirin. Civak bi giştî di nava gendelî, neheqî, birçîbûn û xizaniyê de ye. Me her tim bi têkoşîna xwe ya Nan û Dadê parastiye ku civaka rêxistinbûyî, rêxistinbûyîn yekane rêya şikandina vê zilmê û azadkirina civakê ye. Jehrkuja rizandina civakî, pratîkkirina civaka rêxistinkirî ye. Civakeke bi vî rengî, li dijî dîzaynkirina civaka otorîter, monîst a sermayedar û yekperestiya desthilatdariyê, parastina civaka demokratîk e. Kuştina Narînê ya bi hevkariya dewlet û çeteyên wê bi awayekî vekirî nîşan da ku îdeala civaka siyasî ya rêxistinbûyî çiqasî jiyanî ye. Kuştina Narînê encama polîtîkayên serdestiya mêr, şîdeta mêran û polîtîkayên bêcezakirinê û her wiha xwesteka normalîzekirina dijminahiya zarokan e. Berdewama êrişên li ser zarokan e ku 100 sal in li van xakan tên qetilkirin û windakirin.

Em ê li hemberî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHPê yên ku dibin sedema hilweşîna civakê parastina civakê bikin û têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî hîn mezintir bikin. Em ê xeta xwe ya berxwedana demokratîk a li dijî faşîzmê berfireh bikin û xurt bikin. Em dizanin faşîzm bi têkoşîneke yekbûyî dikare bê astengkirin. Li ku derê dara me ya têkoşînê şîn bibe em ê ji faşîzmê hesab bipirsin, em ê bibêjin “Em li vir in” û bi vê dirûşmeyê em ê li ber xwe bidin. Em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî faşîzmê teqez têk bibin.

Em ê dîsa û ji nû ve hêviyê mezin bikin û bigihîjin hemû qadên têkoşîna mûxalefeta civakî. Em ê bi bikevin hemû qadên têkoşînê û rasterast bibin kirdeyên têkoşînên civakî. Ev bang ji bo her kesî ye: Partiya DEMê gel e, DEM hûn in. Partiya DEMê ji bo Kurdan, Tirkan, Ermeniyan, Rûman, Ereban, Çerkesan, Lazan, Gurciyan, Yewnanan, Pomakan, Asûriyan, Êzidiyan, Cihûyan, Xiristiyanan, Elewiyan, Sunniyan e. Partiya DEMê partiya hemû gel û baweriyan e ku li van xakan dijîn.

Partiya DEMê hêviya rasteqîn a bindestan, karkeran, teqawîtan, xizanan, jinan, ciwanan, astengdaran, gelanan, baweriyan û nasnameyan e.

Banga me ya din jî ji bo ciwanan e: Em bang li ciwanan dikin ku di nava Partiya DEMê de li ser esasê ku ciwanên rêxistinkirî civakeke birêxistinkirî ye, bi hêztir xwe bi rêxistin bikin.

Li ser esasê ku ciwanên rêxistinkirî civakek birêxistinkirî ye, em bang li ciwanan dikin ku di nava Partiya DEM’ê de bi hêztir xwe bi rêxistin bikin.

DEM Dema Rêxistinê ye!

Em ji bo Azadiyê Birêxistin Dibin!

Em ji bo Nan û Dadê Birêxistin Dibin!

Ma Xo Rêxistin Kenê, Cuye Azad Kenê!

Jin Jiyan Azadî!

An Serkeftin An Serkeftin!

Yan Serkewtiş Yan Serkewtiş!

 

16 Îlon 2024