Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî:
Hêzên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê ku desthilatdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê dike bi darê zorê nûnerên me ji Hewlêrê şandine Silêmaniyê. Em vê yekê weke paşketineke mezin pênase dikin û bi xemgînî vê nêzîkatiya nexweşbîn dişopînin. Ev pêngava metirsîdar tê wateya sabotekirina zemîna diyaloga siyasî ya di navbera partiyên Kurdan de û xebatên yekîtiya neteweyî ku hêviya bi deh milyonan Kurd e.
Partiya DEMê di her şert û mercî de têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî, demokrasî û aştiyê diparêze. Bi vê minasebetê divê em bi bîr bînin ku partiya pêşenga me HDPê tevî her cure zext û rexneyan jî piştgirî da referandûma serxwebûnê ya ku li Başûrê Kurdistanê pêk hat û dewletên herêmê Başûrê Kurdistanê bi birçîbûnê tehdîd kirin. Heta beriya bidawîkirina pêvajoya çareseriyê, di hevdîtinên partiyên Kurdistanî de gelek caran dihat gotin ku Hewlêr jî weke Amedê mala hevpar a Kurdan e. Tişta ku bi milyonan Kurd ji serokên siyasî hêvî dikin ew e ku hêzên hegemonîk ên herêmê nikaribin Kurdan ji hev veqetînin û sînorên di navbera Kurdan de kûr nekin.
Li ku derê be bila be divê têkiliyên di navbera tevgerên siyasî yên Kurdan de li ser esasê rêzgirtinê û diyaloga rasterast bin. Sedema damezrandina ofîsa me ya li Hewlêrê jî ev e. Lê mixabin bi awayekî defakto Nûnertiya me ya Hewlêrê tê bêfonksiyonkirin û nûnerên me bi darê zorê ji bajêr hatin derxistin. Ev êriş divê weke êrişeke giran bê nirxandin ku berê xwe daye pêşeroja têkiliyên navbera Kurdan ên li ser esasê yekîtiyê.
Em her tim alîgirê diyaloga di navbera hêzên siyasî de ne. Ji ber vê yekê em bang li PDKê dikin ku dev ji vê biryara dijdemokratîk, ne dîplomatîk berde û rêzê li aliyên siyasî yên ku mafên demokratîk ên gelê Kurd diparêzin, bigire. Tu hinceteke hiqûqî, siyasî û exlaqî tuneye ku nûnerên me bi zor û zextan ji Hewlêrê bên derxistin.
Divê em aşkera bikin ku hemû hewlên me yên diyalogê û ji bo çareserkirina kêşeyan li gel berpirsên PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêbersiv mane û ji aliyê pêwendîdaran ve jî tu şirove nehatine kirin ku bê çima ev helwesta dijdemokratîk hatiye tercihkirin.
Weke Partiya DEMê em bi awayekî aşkera ji PDK û HHKIyê daxwaz dikin ku;
Astengiyên li ser nûnerên Partiya me û HDPê ya Hewlêrê bi dawî bikin, Ewlehiya nûnertiya me ya fermî misoger bikin, Li ser esasên rêzgirtin û wekheviyê, kanalên diyalogê bênavber vekirî bimînin.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEMê
11 Mijdar 2024