Piştî ku komên radîkal ên bermayiyên DAIŞê yên di bin sîwana HTŞê (Heyet Tahrîr El-Şam) de ji Îdliba di bin kontrola Tirkiyeyê de derketin û di 8ê Berfanbarê de ber bi Şamê ve çûn û rejîma Baas hilweşiya, şerê li Rojhilata Navîn li dijî gelan û baweriyan gihîşt asteke nû û tehdîdeke mezin derxist holê.
Daxuyaniyên serokê HTŞê Ebû Mihemed Colanî yên di dema borî de, ku bi zelalî diyar kiribû ku li Sûriyeyê cihê Nuseyrî, Xiristiyan û kêmîneyên din tuneye, endîşe û fikarên kûr li ser hemû gel û baweriyên ku li herêmê dijîn çêkiriye. Îro ji ber bandora şer bi deh hezaran mirov neçar man malên xwe biterikînin. Bi taybetî jî gelên Kurd, Ereb Elewî, Suryanî, Yewnan-Ortodoks, Yewnan-Katolîk û gelên din di bin xeteriyeke mezin de ne.
Ji bilî HTŞê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ku rasterast ji aliyê AKPê ve tê birêvebirin, zilmê li Elewiyan dike. Nûçeyên bi vî awayî di raya giştî de cih girtiye û bi deh hezaran Elewî ji ber ku ewlehiya jiyana wan di bin xeteriyê de ye terka axa xwe kiriye û koçber bûne.
Di encama êriş û bombebaranên çeteyên ANSyê de Kurd û gelên din ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbên giran dixwin. Li vê herêmê li dijî sivîlan komkujiyên mezin tên kirin.
Bi tirs, fikar û wêraniya ji ber şerê li Sûriyeyê derketiye holê, gotinên nefretê û hedefgirtina gelek kes û komên baweriyan bi taybetî Elewî, Asûrî, Yewnanî-Ortodoks, Yewnan-Katolîk û Êzidî zêde bûne. Li Tirkiyeyê li ser medyaya civakî heqaret û gefên li dijî Elewî û kêmneteweyên din tên kirin û bêdengiya rayedaran a li pêşberî van sûcên nefretê cesaretê dide êrişkaran. Berpirsyariya her êrişên ku di vê atmosfera nefretê de çêdibin aîdî desthilatê ye ku tawanên nefretê paşguh dike.
Em weke Partiya DEMê tînin zimên ku em ê li dijî hemû zordariyan ku li dijî gelên Ereb Elewî, Kurd, Levantî, Asûrî, Êzidî, Durzî, Îsmaîlî, Îmamî, Suryanî, Tirkmen, Ermenî, Çeçen û gelên din ên li Sûriyeyê tên kirin, têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo bidawîkirina vê wêraniyê û misogerkirina jiyana hevpar a aştiyane ya gelan, bi awayekî lezgîn bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo pêşî li komkujiyên muhtemel ên li dijî hemû gel û baweriyên li Sûriyeyê dijîn, divê hemû hewldanên pêwîst bên kirin.
Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya DEMê
14 Berfanbar 2024