Gelek spas ji gelê me re ku Newroz bi girseyî pîroz kirin

Peyama Newrozê ya Hevserokên me yên Giştî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan:

Gelên me yên hêja,

Dost û hevalên me, kedkarên me û endamên me;

Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê xwe dikin ku qadên Newrozê tijî kirin û bi biryardarî gotin “em li vir in”.

Gelê me ligel baran û sermayê, bi hemû rengên xwe li qadên Newrozê bû û ev helwesta bibiryar a gelê Newrozê li dijî polîtîkayên qirêj ên desthilatdarê bû bersiveke mezin. Newroza îsal bi awayekî herî mezin nîşan da ku gel azadî, aştî û demojrasî dixwaze û gel aşkera kir ku em dikarin bi hêza xwe vê pergalê biguherînin.

Newroza 2024an bû remza pirzimaniyê. Em bi hemû zimanan li ber xwe didin. Ji Stenbolê heta Amedê, ji Cizîrê heta Dêrsimê gelê me got “pîvan jî mêzîn jî li vir e”. Bi milyonan kesan di Newrozê de careke din nîşan dan ku em ê tecrîdê rakin, em li pey manîfestoya 2013an in û yekîtiya netewî ji bo me şert û hewce ye.

Ev îrade wek ava herikî dê rêya xwe bibîne û bigihîje çavkaniya xwe.

Niha dem dema 31ê Adarê ye ku em ruhê Newrozê bigihînin hilbijartinê...

Dem dema azadî û serkeftinê ye.

Em ê şaredariyên xwe ji wan bistînin. Dem dema rêveberiyên herêmî yên demokratîk in.

Em bi van hest û ramanan Newroza hemû gelê xwe cardin pîroz dikin.

Bijî Newroz!

24 Adar 2024