Hevseroka me ya Giştî Tulay Hatimogullari, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Cîgirên Hevserokên Giştî û hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve Ebru Gunay û Berdan Ozturk li polîtburoya YNKê ya li bajarê Hewlêrê serdana Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî kirin.
Di civînê de berpirsê buroya têkiliyan ê YNKê Derbas Kosret Resûl, Berpirsê Têkiliyên Kurdistanî yê YNKê Salar Serhed jî amade bûn. Di civînê de rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, bi taybetî rewşa Sûriyeyê hat axaftin û li ser çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêkan û dûrketina ji bijardeya şer hat gotûbêjkirin. Di civînê de, her du aliyan li ser parastina maf û rêzgirtina li îradeya netewe û pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî jî li ser rêzgirtina îradeya gelê Kurd hemfikr bûn. Her wiha daxwaz hate kirin ku hemû alî bi hev re û bêyî tu cudahiyekê, biryarê li ser çarenûsa welatê xwe bidin û welatê xwe derbasî qonaxeke nû ya birêvebirinê bikin.
Serok Bafil Celal Talebanî hevxemiya YNKê ji bo dîtina çareseriyeke erênî li ser prensîba hevbeş ya rasteqîne ji bo paşeroja Sûriyeyê anî ziman û ragihand ku ew piştevaniyê li wan hewlan dikin ku armanc, parastina mafên gelê Kurd e û anî ziman ku di serxistina armancên wan de, ew piştevaniya gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê dikin û got: “Di heman demê de em hewlên rêzdar Mezlûm Ebdî jî di vê qonaxa hestiyar de, ji bo parastina aramiya navçeyê bilind dinirxînin û hêvî jî dikin ku hemû aliyek bi heman nefesê hewil ji bo çareseriya pirsgirêkan bide.”
Lijneya me helwesta serok Bafil û YNKê bilind nirxand ku weke her tim hevkar û piştevan e di parastina mafên gelê Kurd de. Em ê bi siyaseteke nîştimanî kar ji bo bidestxistina aştî û aramiyê bikin û hewlên me dê ji bo parastina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê berdewam bin.
Lijneya me dê sibê derbasî Silêmaniyê bibin û hevdîtinên xwe bidomînin.
Soraniya agahînameyê di pêvekê de ye.
22 Berfanbar 2024