Hevserokên me yên Giştî ji UNESCOyê re name şandin

Hevserokên me yên Giştî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ji UNESCO'yê re name şandin. Nameya bi Kurmancî ev e: 

EM PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIXWAZIN!

Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin û li ser hemû dewletên endamên NY’yê bi awayekî fermî hatiye ferzkirin. Lê belê li Tirkiyeyê ev maf ji bo gelê Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Çerkes, Laz tê xesbkirin. Ji xeynî zimanê Tirkî hemû zimanên cuda yên ku li ser vê axê tên axaftin bi awayekî sîstematik tên bişaftin û qedexekirin. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê li Tirkiyeyê gelek ziman ber bi wendabûnê ve diçin. Li gor Atlasa Zimanên di bin Xetereyê de ya UNESCOyê, li Tirkiyeyê 18 ziman heta niha hatine tunekirin an jî di bin xetereya tunebûnê de ne. Ji van zimanan yek jî Kirmanckiya Kurdî ye.

Bişaftina zimanan, polîtîkayên tunekirina çandî, sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye. Lê Tirkiye biryarên navneteweyî yên ku zimanan diparêzin bi cih nayîne û binpêkirina van mafan îro hê jî didomîne.

Weke Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (Partiya DEMê) em bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî careke din bang li saziya we û hemû saziyên navneteweyî dikin ku hûn berpirsyariyên xwe bînin cî. Divê hûn lijneyekê bişînin Tirkiyeyê û derbarê Tirkiyeyê de li ser binpêkirinên mafên zimanî vepirsînekê bidin destpêkirin. Divê li Tirkiyeyê di serî mafê statuya zimanê Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî) û mafê statuya zimanên Erebî, Ermenkî, Suryankî, Çerkesî, Lazî, Romanî, Boşnakî û zimanên din bê dayîn. Divê dewleta Tirkiyeyê şert û mercên mafên bingehîn yên navneteweyî pêk bîne û li gor van peymanan tevbigere. Divê Dewleta Tirkiyeyê şerhên ku danîne 3 xalên (xalên 17, 29 û 30) Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekgirtî rake û berpirsyariyên xwe yên vê Peymanê bi cî bîne.

Em weke Partiya DEMê 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî pîroz dikin.

 

Tulay Hatimogullari – Tuncer Bakirhan

Hevserokên Giştî yên Partiya DEMê