Ji çapemenî û raya giştî re

Daxuyaniya Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê: 

Weke Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê me di 22yê Rêbendana 2025an de li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de, Birêz Ocalan sersaxî li malbatên wan welatiyan kir ku ji ber şewata êşdar a Bolûyê jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest.

Lijneya me derbarê hevdîtinên me de ku em bi rê ve dibin agahiyên pêwîst dan Birêz Ocalan.

Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekariyên derbarê vê mijarê de bi dawî bibin, daxuyaniyên pêwîst dê ji raya giştî re bên ragihandin.

Em weke lijne em ê xebat û têkiliyên xwe bidomînin û her ku geşedan pêk bên em ê raya giştî agahdar bikin.

Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike. Bi hêviya ku ev armanc pêk were, em ji hemû beşên civakî tevkariyên wan ên hêja hêvî dikin.

Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê

23 Rêbendan 2025