Ji raya giştî re

Daxuyaniya Lijneya Îmraliyê:

Me di 28ê Berfanbara 2024an de li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke berfireh pêk anî. Tenduristiya wî baş bû û moralê wî pir bilind bû. Nirxandinên wî yên li ser çareseriyeke mayînde ji bo pirsgirêka Kurd xwedî giringiyeke mezin bû. Di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin. Birêz Ocalan derbarê senaryoyên tarî yên siberojê ku li ser me tên ferzkirin, çareseriyên erênî pêşkêş kirin.

Çarçoveya giştî ya raman û nêzîkatiya wî wisa ye:

-Ji nû ve xurtkirina yekîtiya gelê Tirk û Kurd ji bo hemû gelan bûye berpirsyariyeke dîrokî û giringiyeke lezgîn.

-Ji bo serketina pêvajoyê, pêwîst e hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê, bêyî ku li hesabên teng û demkî bifikirin, divê însiyatîf bistînin, avaker tevbigerin û tevkariyên erênî bikin. Yek ji zemîna herî giring a van tevkariyan jî bêguman Meclis e.

-Bûyerên li Xezze (Gazze) û Sûriyeyê nîşan dan ku divê çareseriya vê pirsgirêkê bilezûbez bê kirin ku bi destwerdanên derve hatiye xitimandin. Alîkarî û pêşniyarên mixalefetê jî ji bo bidestxistina serketinê gelek hêja ne.

-Hêz û îradeya min heye ku ji bo paradîgmaya nû ya ku Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan xurt kirine, tevkariya erênî ya pêwîst bikim.

-Lijne dê vê nêzîkatiya min hem bi dewletê hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Di ronahiya van de ez amade me ku pêngava erênî ya pêwîst biavêjim û bangawaziyê bikim.

-Ev hemû hewldanên me dê welat bigihînin asta ku heq dike û ji bo veguhertina demokratîk jî dê bibe rêbereke pir hêja.

-Ji bo Tirkiyeyê û herêmê serdema aştî, demokrasî û yekîtiye ye.

Ji raya giştî re bi rêzdarî,

Pervin Buldan û Sırrı Süreyya Önder
29 Berfanbar 2024