Jiyana ku li Kobaniyê hat avakirin îlham da hemû jinan

Daxuyaniya Meclisa Jinan:

Çeteyên DAIŞê ku di Sedsala 21ê de bi piştgiriya hêzên navneteweyî û herêmî xwestin Rojhilata Navîn veguherînin tarîtiyê, beriya 10 salan îro bi berxwedana destanî ya jinan ji axa Kobaniyê hatin tunekirin. Ev berxwedana mezin a bi pêşengiya jinên Kobanî, weke berxwedan û şoreşa jinê ya li ser navê nirxên mirovatiyê derbasî dîrokê bû, Kobanî rizgar kir û bû alîkar ku gel rûmet û nasnameya xwe biparêze.

Berxwedana destanî û serketina bidestxistî îspata wê yekê ye ku jin û gel tu carî dest ji azadiyê bernadin. Kobanî, sembola berxwedan û azadiyê ye, bajarê jinan e. Yên ku îro careke din bi alîkariya çeteyên kirêt Kobanî dikin hedef, divê baş bizanibin ku; tu hêz dê nikaribe li hemberî têkoşîna gelan û jinan bisekine ku ji bo azadî û wekheviyê didin. Jiyana nû ya ku li Kobanî hat hûnandin, dê îlhamê bide jinên hemû cîhanê.

Silav li jinên ku di tariyê de bûn ronahî ne û rê nîşanî me dan. Silav li kesên ku civak di bin siya şer de ava kirin. Silav li Şoreşa Jinan a Kobanîyê.

Meclisa Jinan a Partiya DEMê 
26 Rêbendan 2025