Lijneya Îmraliyê li Hewlêrê daxuyanî da

Lijneya Îmraliyê li Hewlêrê piştî hevdîtina bi Serok Mesût Barzanî re îro bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê Lijneya Îmraliyê û Waliyê Hewlêrê Birêz Umed Xoşnav daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wiha gotin:

Waliyê Hewlêrê Umed Xoşnav, wiha axivî: 

Em hêvî dikin proseya aştiyê bi xêr û xweşî derbas bibe

Lijneya Îmraliyê silav û rêzên Birêz Ocalan ragihand me. Peyamên taybet ên Birêz Ocalan ragihandin Serok Mesût Barzanî û Birêz Nêçîrvan Barzanî. Em bi hêviya serkeftinê pêşwaziya lijneyê dikin û muwafaketiyê ji wan re dixwazin. Roleke girîng a Herêma Kurdistanê bo proseya aştiyê heye. Di rabirdûyê de jî Herêma Kurdistanê piştevaniya proseya aştiyê kiriye. Em hêvî dikin ku prpseya aştiyê li Tirkiyeyê baştir û bi hêvî derbas bibe. Em hêvî dikin proseya aştiyê ji bo gelên Tirkiyeyê bi xêr û xweşî derbas bibe. Em bi şanazî çend roj in di xizmeta lijneyê de bûn. Em dubare xêrhatina wan dikin. 

Keskîn Bayindir, wiha axivî: 

Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de rola Serok Mesût Barzanî û Birêz Nêçîrvan Barzanî gelek girîng dibîne 

Endamên birêz ên çapemeniya hêja, em li ser navê şandeya xwe we bi rêzdarî silav dikin. Di serî de em spasiyên xwe ji bo waliyê Hewlêrê rêzdar Umed Xoşnav dikin. Wî û şandeya wî du roj in bi paleyeke bilind û mezin pêşwaziya şandeya me kir û em îro jî li qonaxa wî vê daxuyaniyê didin. Belê ev du roj in em li Kurdistanê li Hewlêrê ne. Do hevdîtina me bi Serok Barzanî re çêbû. Hêvî û bendewariya gelê Kurd bi vê hevdîtinê gelekî hebû. Me saetek û çil û pênc deqe sohbeteke di nav biratiyê de, bi dildarî, dilxweşî û kêfxweşî kir. Şandeya me silav û hezkirina Rêzdar Ocalan bo Serok Barzanî û peyamên wî yên ji bo proseya çareseriyê û aştiyê ragihand. Îro jî ligel Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî me hevdîtin pêk anî. Me silavên Birêz Ocalan ji Nêçîrvan Barzanî re ragihand. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de rola Birêz Mesût Barzanî û Nêçîrvan Barzanî gelek girîng dibîne. 

Birêz Ocalan dixwaze meseleya Kurd ji bingeha şer û pevçûnê derxîne ser bingeha demokrasî, hiqûq û naskirina mafê gelê Kurd

Di hevdîtinên me de me behsa pêşeroja Kurdan kir. Ji bo miletê Kurd, ji bo gelê Kurd proseya çareseriyê û aştiyê dê çawa bi pêş bikeve, rol û rista hemû aktorên Kurdan, hizbên Kurdan ji bo pêşketina proseya çareseriyê divê çawa be, derfet û îmkan çêbûn ku me di van dîdaran de nîqaş kir. Hêviya gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn heye ku pirsgirêka Kurd li ser bingeha çareseriyê, li ser bingeha demokrasî û hiqûqê li Tirkiyeyê were çareserkirin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û li Bakurê Kurdistanê dê bandoreke erênî li Başûr û li çar aliyê Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike. Ji ber ku pirsgirêka Kurd bûye pirgirêka herêmî û navnetewî. Hemû hêzên cîhanî ji bo çareseriya vê pirsgirêkê nîqaş dikin. Lê, rola herî mezin a çaresereriyê ya aktorên Kurd e. Birêz Ocalan ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê însîyatîfeke mezin hilgirtiye ser milê xwe. Di derfetên zor û zehmet de dixwaze meseleya Kurd ji bingeha şer û pevçûnê derxîne ser bingeha demorkasî, hiqûq û naskirina mafê gelê Kurd. Dixwaze aştiyê û çareseriyê li ser vê bingehê saz bike. Ev nexşerê dê ji tevî aloziyên Rojhilata Navîn re bibe çarenûs. Serok Mesût Barzanî piştgiriyeke mezin dide vê pêvajoyê, ji şandeya me re piştgiriya xwe parve kir. Em bi kêfxweşî dikarin bibêjin ku, ev du roj in me du hevdîtinên gelek girîng kir. Her du hevdîtin jî pir erênî derbas bûn. 

Em ê bi Birêz Bafil Telabanî û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kubat Telabanî re didarekê li dar bixin

Piştgirî û piştevaniya xwe bi şandeya me re parve kir. Em bi kêfxweşî û dilxweşî em dikarin ji gelê xwe re, ji gelên Rojhilata Navîn re parve bikin ku îro em du roj in em lu Kurdistanê li Hewlêrê me du hevdîtinên gelek muhîm me kir. Her du dîdarên me gelek baş derbas bûn. Encamê van hevditinan ne tenê ji bo pêşketina milletê Kurd dê ji bo pêşeroja Rojhilata jî li ser bingeha aştiyê demokrasi û hiquqê dê pêş bikeve. Hêviya me ew e ku em dixwazin ji gelên Rojhilata Navîn re, bi gelê xwe re vê yekê parve bikin. Di nav van alozî û gengeşiyan de hêvî û bendewariya miletê me ew e ku ev mesele li ser bingeha azadiyê, aştiyê û wekheviyê çareser bibe. Hemû aktorên Kurdan, hemû sazî û rêxistinên Kurdan helwesteke neteweyî, helwesteke kurdawarî û Kurdistanî nîşan didin. Hemû alî li ser bingeha aştiyê û azadiyê piştewaniya vê proseyê dikin. Şandeya me îro hevdîtinên xwe li Hewlêrê bi dawî dike. Em ê derbasî Silêmaniyê bibin. Em ê bi Serokê YNKê Birêz Bafil Telabanî û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kubat Telabanî re didarekê li dar bixin. Şandeya me piştî van hevdîtinan dema derbasê Tirkiyeyê bû dê derbarê encamên hevdîtinê de dê bi nivîskî encamên van hevdîtinan ji raya giştî re parve bike. 

Em mizgîniya xêrê didin gelê xwe

Di dawiyê de li ser navê şandeya me, em ji ber pêşwaziya Waliyê Hewlêrê, Birêz Mesût Barzanî û Birêz Nêçîrvan Barzanî gelek kêfxweş bûn. Em dikarin ji gelê xwe re, ji gelê Rojhilata Navîn re mizgîniyeke xêrê ji bo pêşketina proseya çareseriyê û aştiyê bidin. Em dikarin di hevdîtinên xwe de ji we re van tiştan parve bikin. Gelek spas.  

17 Sibat 2025