MA Muzîk hat serdana navenda me ya giştî

MA Muzîk di çarçoveya kampanyaya "Milyonek Pirtûk, Milyonek Zarok" de serdana navenda me ya giştî kir. Lijneya ku ji Şêrko Kanîwar, Sarya Ertaş, Evîn Dulek pêk dihat ji aliyê Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê Komîsyona Zarokan Îhsan Seylan, Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinê Mahfuz Guleryuz û Hevberdevkên Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê Cemîle Turhalli û Heval Dilbahar ve hatin pêşwazîkirin.

Şêrko Kanîwar derbarê kampanyayê de agahî dan û ji bo kampanyayê piştgirî xwest. Wî diyar kir ku divê ev kampanya bikeve nava her malê. Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin van xebatan û got, "çi ji destê me bê, em ê bikin."

12 Sibat 2025