Me Komkujiya Enfalê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Daxuyaniya Komîsyona Gel û Baweriyan:

14ê Nîsana 1988an… Di bîra gelê Kurd de rojeke reş hat nivîsandin. Bi fermana rejîma Seddam Huseyîn, bi hevkariya hêzên serdest û pêşengiya dewletan plana tunekirinê ya bi navê Enfalê xistin meriyetê. Bi hezaran Kurd çekên kîmyewî jî di nav de bi rêbazên herî hovane hatin qetilkirin. Gund hatin xerakirin û gorên komî hatin kolan. Ev komkujî ne tenê di wijdana miletekî de, di wijdana hemû mirovahiyê de birîneke kur vekir û nayê pêçan.

Enfal ne tenê operasyoneke leşkerî bû. Enfal kiryareke îmhayê ya tevayî bû ku ziman, çand, dîrok û siberoja gelê Kurd hedef girt. Armanca Enfalê paqijkirina gelan ji nexşeyê bû.

37 sal derbas bûn. Êşa me teze, hêrsa me zindî ye. Divê berpirsyarên komkujiyê ne tenê li pêşberî dîrokê, li pêşberî mirovahiyê û hiqûqê jî hesab bidin. Divê ev sûc bê ceza nemîne, edalet pêk were.

Em wekî Partiya DEMê; em bi pîroziya mafê jiyanê, wekheviya gelan û vîna jiyana bi rûmet bawer dikin û em hemû cangoriyên ku di Komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê di lêgerîna heqîqet û edaletê de têkoşîna xwe bidomînin.

Me ji bîr nekir, me efû nekir, em ê nehêlin bê jibîrkirin!

Yuksel Mutlu

Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan

14 Nîsan 2025