Me kursiya xwe ya Meclisê ji zimanên vî welatî re vekir: Zimanê me rûmeta me ye

Vê hefteyê bi mebesta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî me civîna koma xwe ya parlamentoyê bi gelek zimanan li dar xist. Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan bi Kurmancî, parlamenterê me George Aslan bi Suryanî, parlamentera me Saliha Aydeniz bi Kirmanckî (Zazakî), Bereket Kar bi Erebî, Zeyno Bayram bi zimanê Gurcî û Lazkî, Murat Mıhçı bi Ermenkî axivî. 

Bakirhan hemû axaftina xwe bi Kurmancî kir û wisa got: 

Gelê me yê hêja, beşdarvanên biqîmet û dostên rêzdar, ez di serî de Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li we hemûyan pîroz dikim. Hûn li ser seran û li ser çavan hatin.

Zimanê me ne tenê çermê me ye, ruh û canê me ye

Ez ê îro axaftina xwe bi Kurdî bikim. Mêvanên me jî di navbera me de ne ew jî dê bi zimanê xwe biaxivin. Hevalên hêja, îro li tevahiya cîhanê nêzîkî heft hezar ziman tên axaftin. Ji van zimanan ji sedî nod, ji ber dewletên nijadperest û polîtîkayên asîmîlasyonê wenda bûne. Li Tirkiyeyê, sed sal berê nêzîkî 20 ziman dihatin axaftin. Îro nêzikî 18 ziman wenda bûne. Nivîskarek dibêje, “Zimanê min weke çermê laşê min e, zimanên biyanî jî weke cil û bergê min e. Gava ez bixwazim dikarim cilên xwe biguherînim lê ez nikarim çermê xwe biguherînim!” Em jî dibêjin zimanê me ne tenê çermê me ye, ruhê me ye, canê me ye.

Em kedkar û xemxurên zimanê Kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin 

Mêvanên ezîz; gelek nivîskar û zanyarên Kurdan xizmeteke mezin ji bo zimanê me Kurdan kirine. Baba Tahir, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn, Celadet Alî Bedirxan, Apê Mûsa, Ferhat Kurtay, Mehmed Uzun û gelek kedkarên zimanê Kurdî, niha di nav dil û zimanê me de ye. Em bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Eyşe Şan di straneke xwe de wiha dibêje: Zimanê Kurdî zimanê me ye / Zimanê kurdî ew taca me ye / Şêrîn û xweş ê ber dilê me ye… Bi vê wesileyê Eyşe Şanê jî rêzdarî bîr tînim.

Bi polîtîkayên asîmîlasyonê êrişî zimanan kirin

Gelê me yê hêja, wekî hûn jî dizanin, roja ku dewleta Tirkiyeyê hate avakirin û heta îro zext û zordarî li ser zimanê Kurdî xelas nebûn. Zimanê Lazî, Rûmî, Suryanî, Çerkesî û gelek zimanên vê axê ji holê rakirin. Di sed salan da ev welat kirin goristana çand û zimanan. Me bi hezaran qaset û pirtûkên Kurdî di bin axê de veşartin. Zordarî bi hemû awayî li ser Kurdî hat meşandin. Li dîwarên zindanan slogana ‘Türkçe konuş çok konuş’ îro li ser dîwarên dibistanan tê nivîsandin. Lê belê zimanê Kurdî li hemberî vê asîmîlasyonê li ber xwe da û heta îro hat û dê her li ber xwe bide.

AKP dixwaze Kurdiyeke bêkurd ava bike

Roja AKP bû îqtîdar û heta îro dixwazin Kurdolojiyeke alternatîf ava bikin. Li zanîngehan beşa zimanê Kurdî vekirin. Xwendevanan ev zanîngeh xelas kirin lê nehiştin ku mamosteyên wê beşê kar bikin, yanî desthilatê atamaya wan nekir. Dersên hilbijêrkî dest pê kirin, televîzyoneke bi navê TRT 6 ava kirin, TRT 6 ji sibehê heta êvarê bi zimanê me heqaretê li me Kurdan dike. Dixwazin Kurdiyeke bêkurd ava bikin. Dibêjin hûn li gor me Kurdî biaxivin. Naxwazin em bi zimanê xwe derd û kulê xwe, hesret û hezkirina xwe, çîrokên xwe bînin ziman.

Pergala qeyûman neyarê zimanê Kurdî ye 

Piştî darbeya qeyûman, êrişên li ser zimanê Kurdî girantir bûn. Gelek rojname, televîzyonên Kurdî, ajans, kovar, radyo, weşanxane û gelek dibistanên zarokan hatin girtin. Piştî qeyûman dest danîn ser şaredariyên me, ewilî êriş birin ser sembol û saziyên zimanê Kurdî û Kurdan. Saziyên wek Kurdî-Der û Enstîtuya Kurdî di salên 90î de jî nehatibûn girtin bi destê AKP û MHP’yê hatin girtin. We dît, li Stenbolê li balafirgehê dayikeke me ji ber ku bi Tirkî nizane 2-3 saet li ber derî rehîn girtin. Navê Ehmedê Xanî, Celadet Alî Bedirxan, Cegerxwîn û gelek navdarên zimanê Kurdî ji tabelayan û ji kolanan rakirin. Navên nijadperestên xwe danîn ser kolan û saziyên gelê Kurd. Qeyûm dijminê zimanê Kurdî ye! Qeyûm neyarê Kurdan e û înşelah em ê van qeyûman bişînin. Erdogan dibêje “Li hemberî asîmîlasyonê gere her zarok zimanê dayika xwe bizanibe”. Belê, lê dema ku Kurd dibêjin, zimanê me, hemû bi hev re dibêjin hûn terorîst in. Li meclisê hevalên me dema bi Kurdî diaxivin weke 'bilinmeyen dil’ an jî ‘anlaşılmayan dil’ tê nîşekirin. 

Hûn zimanê me nas nekin em jî we nas nakin 

Zimanê me ne "bilinmeyen” ne jî "anlaşılmayan dil” e! Zimanê me zimanê Kurdî ye û bi hezar salan e li ser vê axe tê axaftin û zimanekî qedim û nemir e. Ji îro şûnde jî dê wisa be. Ev ziman rûmeta me ye, hebûna me ye, jiyana me ye. Şairekî Kurd dibêje: Tu min nas nekî, tu kes jî te nas nake! Em jî îro li vir dibêjin: Hûn me nas nekin, hûn zimanê me nas nekin; em jî we nas nakin! Kurd jî we nas nakin.

Em ê li hemû deveran pirzimaniyê bi pêş bixin, wan çi xera kiribe em ê çêkin

Hevalino, pêwist e em li hemû qadên jiyanê bi zimanê xwe biaxivin, qîmetê bidin zimanê xwe. Divê em zimanê xwe wekî hebûna xwe bibînin. Wekî jiyana xwe bibînin. Li pêşiya me hilbijartina herêmî heye. Piştî me şaredariyên xwe ji qeyûman stendin em ê  dîsa pirzimaniyê pêk bînin. Zimanê me xeta me ya sor e. Em ê çanda şaredariyên pirzimanî li hemû deran belav bikin. Soza me ye! Wan zaliman çi xera kiribe, em ê baştir çêkin. Em ê cardin çêkin. Em ê kurs û kreşên zimanê Kurdî vekin. Navê xwe dîsa deynin ser kolanên xwe.

Em li dijî dersê hilbijêrkî nînin lê bi gulekê bihar nayê

Em li dijî dersên hilbijêrkî yanê "seçmeli ders" nîn in. Lê di sedsala 21an de mirov ji vê nîqaşê fedî dike. Dixwazin siyaseta “çavên li deriyan xwelî li seriyan” pêk bînin. Em aşkera dibêjin: Bi gulekê bihar nayê! Em aşkera dibêjin: Mafê ziman mafekî sereke ye. Em Kurd dixwazin zimanê me fermî be! 

Em ê birîna xwe bixwe derman bikin, derman AKP nîne derman em in

Gotineke me heye, dibêje: “Birîna xwe bi destê xwe derman bike.” Derman ne AKP ye, ne îqtîdara AKP-MHP'yê ye! Derman em in, derman hêza me ye! Derman hûn in. Bila her kes bizanibe: Kesên zimanên gelan qedexe dikin, heft salan biçin seferê wê dîsa werin wek nezanên berê. Ez dixwazim di dawiya axaftina xwe de helbestekê ji seydayê Cegerxwîn bixwînim:

"Ez xum xuma avên çeman,

Ez çerx û govend û sema,

Tînim di nav kat û lema,

Jîn im, hebûn im, tevger im."

Ez we hemûyan careke din bi rêzdarî silav dikim û dibêjim em hezar caran minetdarî kedkarên zimanê Kurdî ne. Bijî û her bijî zimanê Kurdî. Di nava xêr û xweşiyê de bimînin. 

20 Sibat 2024