Meclisa me ya Ciwanan li ser navê Gulistan Doku turnuwaya futbolê li dar dixe

Em wekî Meclisa Ciwanan ya Partiya DEMê, îsal jî pêşbirka futbolê amade dikin. Pêşbirka me dê di çarçoveya kampanyaya me ya "Li Dijî Şerê Taybet Têkoşînek Bi Heybet" de bi şîara "LÊXE" pêk were. Baş tê zanîn ku desthilatdar her dem ji bo rastî û heqîqeta civakê tune bikin êrişê jinên ciwan û ciwanan dikin. Ciwan, bi taybetî jî jinên ciwan hêza guhertin û têkoşînê ne. Xwedî helwesta şoreşgeriyê ne. Ev rastî ji aliyê desthilatdaran jî baş tê zanîn. Ji ber vê yekê ye ku dema ku li dijî gelên têkoşer êriş pêk tê, desthilatdar ewil êrişê ciwanan dikin. Îro jî desthilatdar bi rêbazên şerê taybet êrişê jinên ciwan û ciwanan dike. Bi rêbazên qirêj yên şerê taybet dixwaze ciwanan ji heqîqetê dûr bixe û têxe nav pergala kapîtalîst. Li dijî ciwanan polîtîkayên hişbirê, fuhuşê, sîxurtiye, bişaftinê û koçberiyê dixe merîyetê. Desthilatdar bi van polîtîkayan dixwaze ciwanan ji axa wan dûr bixe, wan têxe nav jiyanek takekes û derewîn. 

Werzîş, yek ji amûrê şerê taybet e ku desthiladar dixwaze werzîşek endustriyal ava bike. Di bin sîwana werzîşê de hişmendîya nîjadperest û zayendperest di nav civakê de belav dike û di heman demê de jî civakê bêhiş dike. Ji ber vê yekê afirandina werzîş û futbolek li dijî zayendperestî û nîjadperestiyê muhîm e. Em di wê baweriyê de ne ku tevî hemû xebatên me dê Pêşbirka me jî bibe bersiv li dijî polîtîkayên qirêj yên şerê taybet. Em ê îsal pêşbirka xwe li ser navê "Gulistan Doku" ya ku ev Hezar û pênc sed û şêst û pênc roj in wenda ye pêk bînin. Gulistan Doku yek ji qurbanîyên şerê taybet bû, bi hêza desthilatê hate wendakirin û ev çend sal in nayê dîtin. Her roj bi dehan jinên ciwan wek Gulistan Doku dibin hedefa van polîtîkayên şerê taybet. Di şexsê Gulistan Doku û hemû jinên ciwan de dixwazin civakê ji rastiya xwe dûr bixînin. Lê îroj li hemû qadan jinên ciwan li dijî şerê taybet di refên pêş de têkoşîn dikin. 

Ciwan dê di çarçoveya pêşbirka me de kom bibin û li dijî werzişa endustrîyal, werzişa civakî û komunal ava bikin. Jinên ciwan û ciwanên ku dixwazin beşdarî turnuvaya me bibin dikarin heta 21ê Gulanê serî li rêxistinên me yên navçe û bajaran bidin. Di rojên pêş de her herêm û bajar dê agahiyên derheqê serlêdanan de aşkera bike. Piştî serlêdanan, destpêka pêşbirkê dê li herêman bê eşkerekirin.

18 Nîsan 2024