Meşa Îradeyê di roja 5an de ye: Rêya demokrasiyê ji Colemêrgê re û ji azadiya Birêz Ocalan re derbas dibe

Meşa Îradeyê ya ku li hemberî darbeya qeyûman ji Marmara û Egeyê dest pê kiribû di roja 5an de ber bi Colemêrgê ve bi coş û bi biryar didome. Rêwiyên Îradeyê îro gihîştin Payîzavayê û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê rêwiyan parlamentera me Salîha Aydenîz axivî û wiha got: 

Ev meş demokrasiyê û îradeya gel diparêze

Îro meşa me di roja 5an de ye, lê bi fîzîkî meş îro di roja 2yan de ye. Û em ber bi Colemêrgê ve ji bo îradeya gelê Kurd, ji bo îradeya gelê Colemêrgê dimeşin. Bila her kes bizane ku ev meş tenê ji bo îradeya gelê Kurd nîne, ev meş ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ye. Îro ew ên ku dibêjin demokrasiya Tirkiyeyê heye, ew ên ku dibêjin demokrasiya sindoqan heye divê îradeya gelê Kurd, demokrasiya sindoqan biparêzin. Ev meş ji hêlekê ve jî demokrasiya sindoqan diparêze. Îro gelê Kurd û dostên gelê Kurd bi hev re ji bo pêşeroja gelê Tirkiyeyê û demokrasiya sindoqan biparêzin dimeşin. Em ji bo wekheviyê, ji bo yekîtiyê, ji bo pêşeroja gelê Tirkiyeyê dimeşin. Îro desthilatdariya AKP û MHPê wekî rêxistina çeteyê tev digerin. Bila bibînin ku em dewleteke wisa naxwazin ku gelê Kurd nas nake, ol û baweriyan nas nake. Em dixwazin di nav yekîtî û wekheviyê de ev welat bê birêveberin. Ev yek ji bo Tirkiyeyê firsendek e. Em bang dikin, vê xesbkirina îradeya gelê Kurd bi dawî bikin. Heya ew îradeya gelê Kurd nas bikin, heya ku ew encama sindoqan nas bikin em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Eger ku bibêjin em gelê Kurd, îradeya gelê Kurd nas nakin dewleta Tirkiyeyê dê her biçe di nav kaosê de bimîne. 

Meşa me ji aliyekî ve ji bo şikandina tecrîdê ye

Ji 2015an vir ve her ku diçe krîz û qeyran mezintir dibin. Di hêla aboriyê de, di hêla siyasî û civakî de her ku diçe krîz kûrtir û mezin dibe. Mesele naskirina îradeya gelê Kurd e. Gelê Colemêrgê wek hevşaredar hevala Viyan hilbijartin. Dema ku li deverekî din heman tişt biqewime hevşaredar di nav meclisa şaredariyê de tê hilbijartin lê dema ku mesele dibe Kurd qeyûm tê avêtin. Em dibêjin qeyûm darbe ye. Ev 5 roj in gelê Kurd û dostên wan li hemberî vê darbeyê dimeşin. Eger ku ev darbe dewam bike Tirkiye dê bibe girtîgeheke vekirî. Polîtîkaya qeyûman jî, polîtîkaya nenaskirina ol û baweriyan jî bingeha xwe ji tecrîdê distîne. Lewma ev meş ji alîyekî ve jî ji bo şikandina tecrîdê û ji bo azadiya Birêz Ocalan e. Çunkî em dibêjin, eger îro krîz û kaos evqas mezin bûbe sebeba vê ya yekemîn neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Eger dixwazin pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin di serî de divê hiqûqa vê dewletê bê bikaranîn. Ev jî bi şikandina tecrîdê pêkan e û lewma ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, ji bo wekheviya gelan tevahî, azadiya Birêz Ocalan pêk bînin. Lewma ev meş ji bo her kesî ye. Îro em heta dawiyê li pey îradeya gelê Kurd in, li pey demokrasiya sindoqan in. Heta çar rojên din jî em ê bimeşin, heta Colemêrgê em ê bi dost û hogirên xwe re bimeşin. Heta ku polîtîkaya qeyûman, polîtîkaya tecrîdê, polîtîkaya nenaskirinê bê bidawîkirin em ê bimeşin. Bila her kes dengê me bibihîse. 

Rêya demokrasiyê ji Colemêrgê re û ji azadiya Birêz Ocalan re derbas dibe

Îro tenê gelê Kurd û dostên gelê Kurd na, divê muxalefet jî, divê kesên ku demokrasiya Tirkiyeyê diparêzin jî bizanin ku rêya demokrasiyê ji Colemêrgê re derbas dibê, rêya demokrasiyê di naskirina îradeya gelê Kurd re derbas dibe, rêya demokrasiyê di azadiya Birêz Ocalan re derbas dibe. Em berpirsyariya xwe dizanin lewma em vê meşê pêk tînin. Em dibêjin bo pêşerojê, ji bo wekheviyê, ji bo bi dawîkirina krîz û kaosan bila çavên her kesî li ser vê meşê be. Em dimeşin, em ê heya dawî bimeşin. Berxwedan jiyan e, berxwedan jiyan e, berxwedan jiyan e.

4 Tîrmeh 2024