Meşa Îradeyê gihîşt sînorê Colemêrgê: Dest ji van rêbazên qirêj berdin, vîna gelê Kurd nas bikin

Meşa Îradeyê ya ku li hemberî darbeya qeyûman ji Marmara û Egeyê dest pê kiribû di roja 7an de gihîşt sînorê Colemêrgê. Li ser navê rêwiyan parlamenterê me Mehmet Zeki İrmez axivî û wiha got:

Meşvanên rêzgirtina vîna gelê Kurd ez we bi dil û can silav dikim. Îro bi biryardarî, bi xurtbûneke mezin, bi îradeyeke mezin em ketin nav sînorê Colemêrgê. Desthilatdariya AKP û MHPê berî niha jî du caran îradeya gelê Kurd desteser kir. Heman rêbaz 3yê Hezîranê li ser vîna gelê Colemêrgê dîsa pêk anî. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê li vîna gelê Kurd xwedî derkevin. Em desteserkirina vîna gelê Kurd qebûl nakin. Ev sed sal in, desthilatdariyên faşîzmê gelê Kurd qir dikin, dixwazin ji holê rakin, tasfiye bikin. Zimanê me, çanda me ji holê radikin. Niha jî hewl didin bi şer, bi kuştinê, bi girtinê, bi binçavkirinê gelê Kurd tasfiye bikin. Hûn dibînin desthilatdariya AKP û MHPê îro li Başûr bi şer kar dike, hewl dide siyaseta gelê Kurd ji holê rake. Em dibêjin pirsgirêka Kurd bi vî awayî nayê çareserkirin. Desthilat li Rojava jî tehemûlî vîna gelê Kurd nake, li wir jî Kurdan nas nake. Dibêje “ez ê bi Esed re hevdîtinê bikim”. Ji ber ku naxwazin gelê Kurd bigihîje vîna xwe. Em dibêjin pirsgirêka gelê Kurd encax bi hevdîtinên bi Îmraliyê re bê çareserkirin. Banga me li desthilatdariya AKP û MHPê ye, dest ji van rêbezên qirêj berdin, vîna gelê Kurd nas bikin.

6 Tîrmeh 2024