Ocalan: Gelê Hîlwanê neheqî qebûl nekir, serkeftina we pîroz be

Hilbijartina dubare ya Hîlwanê bi dawî bû. Li gor agahiyên ku gihîştine partiya me, partiya me bi ferqekî mezin li pêşiyê ye. Gel ji bo serkeftinê li ber avahiya navçeya me kom bû. Li vir Omer Ocalan serkeftina hilbijartinê aşkera kir û dîsa jî bang li gel kir ku heya encamên fermî bên aşkerakirin hay ji dek û dolaban hebin. Ocalan wiha axivî:

Gelê Hîlwanê neheqî qebûl nekir û ferqekî mezin avêt

Em gelê Hîlwanê bi dil û can, bi ruhekî şoreşgerî silav dikin. Hûn her hebin, hûn her hebin, hûn her hebin. Tovên ku 10 salan berî niha li Curnê Reşê hatiye avêtin îro şîn dibe, bilind dibe. Îro Curnê Reş dibêje em li vir in, em li ser lingan in, em li rûmeta xwe xwedî derdikevin. Em kî ne? Dinya alem dizane em kî ne. Em miletekî mazlûm in. Em miletekî ne ku kevneşopiya wan xurt e û bi sed salan li ser vê erdnîgariyê dijîn. Em dixwazin wek birayên hev bijîn. Lê we bi çavê xwe dît, gelê Hîlwanê di 31ê Adarê de bi çavên xwe dît. Li partiya me, li gelê Curnê Reşê neheqiyeke mezin çêbû. Gelê Curnê Reşê bi wijdanê xwe, bi edaleta xwe tevgeriya. Em bi we serbilind in. Hûn miletekî fedakar û xwedî feraset in. Lewma em dibêjin li ser erdnîgariya Hîlwanê lazim e em bi yek ruhî û manewiyatê tevbigerin. Em naxwazin ku îşev kes xemgîn bibe. Em naxwazin yên li hemberî me xemgîn bibin. Ev deriyê DEM Partiyê ji herkesî re vekirî ye. DEM Partî mala her kesî ye, her kes dikare li vir bijî. Lewma em dibêjin werin li partiya xwe, li mala xwe xwedî derkevin. We bersiveke mezin da. Em îro pîrozbahiyê nakin, ji ber ku li navçeya me duh bûyerek pêk hat. Di wê bûyerê de 2 însanên me jiyana xwe ji dest da. Rehma Xwedê li wan be. 3 birîndarên me hene. Malbat malbata me ye. Îro pîrozbahî tuneye. Lê em ê hin tiştan bi hev re parve bikin. Ev malbata me malbateke fedakar e. Dîsa em ji malbata xwe re sersaxiyê dixwazin. Bila serê gelê me sax be. Em ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin. 

Heya encam fermî bin em ji vir veneqetin

Gelê Hîlwanê ez jî bi kelecan im, Rihayî bi kelecan in. We di vê hilbijartinê de mohra xwe li dîrokê xist. We mohra xwe li rastiya Rihayê û Kurdistanê xist. Îro çavê Kurdistanê û Tirkiyeyê li Curnê Reşê bû. Gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi kelecaneke mezin çav û guhê wan li Hîlwanê bû. Gotin cihê şoreşgeran û egîdan dê çi biryar bide, dê çawa rola xwe bilîze. Me ferqekî mezin avêt. Lê hîn bi awayekî fermî nehatiye aşkerakirin, hîn hevalên me li dadgeha Hîlwanê ne. Dek û dolabên wan xelas nabin, lewma em ê heya sibê bi tedbîr tevbigerin, heya biryara fermî were îlankirin em ê li vir bin. Lê em em pîrozbahî nakin. Heya bi awayekî fermî neyê îlankirin em ji wir venakişin. We îro dîrok nivîsand, we îro mohra xwe li dîroka Kurdistanê xist. We dîroka xwe nivîsand. We silav ji Cizirê re, ji Serhadê re, ji Amedê re, ji Behra Spî re şand. Serkeftina we pîroz be. Spas ji we re.

2 Hezîran 2024