Pênûsa rojnamegerên jin ên Kurd û xebatkarên çapemeniya azad dê li erdê nemîne

Daxuyaniya Meclisa Jinan:

Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê ji ber êrişa li dijî wesayîta rojnamegeran rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Di êrişê de gelek rojnameger jî birîndar bûne.

Em baş dizanin ku hedefgirtina rojnamegeran êrişeke bi zanebûn û rêxistinkirî ye. Bi hedefgirtina rojnamegerên jin ên ku êrişên li ser gelê Kurd û jinên Herêma Federal a Kurdistanê aşkera dikirin û dixistin rojevê, hat xwestin ku sûcên şer ên li herêmê tên kirin bên veşartin. Bi van êrişan tê xwestin ku pêşî li bertekên navneteweyî yên li hemberî polîtîkayên dagirkirinê bê girtin.

Ev êrişên li dijî gelê Kurd, destkeftiyên gelê Kurd û têkoşîna azadiyê, beriya niha jî ji aliyê ajan û hêzên paramîlîter ve hatibûn kirin. Di encama êrişên bi vî awayî de rêhevala me rojnamevan Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Hêzên emperyal û pêkhateyên paramîlîter ên ku van êrişan pêk tînin, dê nikaribin têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna jinan û rojnamegerên jin sist bikin. Em destûrê nadin ku sûcên şer bi komkujiyên sivîlan bên nixumandin.

Divê rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê demildest li ser vê qetlîama sivîl daxuyaniyekê bide. Divê bê aşkerakirin ka hêzên tarî yên li pişt vê komkujiya sivîl kî ne û hesab ji wan bê pirsîn. Hekena ew berpirs û hevparê vê komkujiyê ne.

Çawa ku em li ku derê bin em rêhevala xwe ya rojnameger Nagîhan bi fikr û raman, nivîs û têkoşîna wê zindî dihêlin, em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna rêhevalên xwe Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jî zindî bihêlin. Pênûsa jinên Kurd ên rojnameger û kedkarên çapemeniya azad dê li erdê nemîne.

Meclisa Jinan a Partiya DEMê

23 Tebax 2024