Peyama Bafil Celal Talebanî ya ji bo Newroza Amedê

Peyama Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Birêz Bafil Celal Talebanî:

Bi boneya cejna Newroza Kurdan û Sersala Nû ya Kurdî ku hevdem e di gel serhildana Kerkûkê ya Qudsa Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li Kurdistaniyên hezkirî dikim û hêviya aştî, aramî, xweşiyê ji bo hemûyan dixwazim.

Newroz, peyama nûbûn, yekîtî, hevparî, biratî û yekîtiya Kurdan ji bo azadî û serxwebûnê ye.

Hêvî dikim, ev Newroz bibe sedema aştî, serxistin û piştgîriya doza Kurd li hemû cihekî. Gelê Kurd xwedî jiyaneke bi rûmet e, em bi hev re mil bi mil hewl bidin aştiyeke hertimî ji bo gelê Kurd bi dest bixin û ji bo serfiraziya Kurdistanê kar bikin.

Newroza we pîroz, şad û serbilind be.

21 Adar 2025