
Peyama Birêz Edhem Osman Şêx Ehmed Barzanî ya ji bo Newroza Amedê:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Bi minasebeta hatina cejna Newrozê û sersala Kurdî a nû, bi germî pîrozbahiyê li hemû hemwelatiyên her çar perçên Kurdistanê dikim û hêviya aştî û aramiyê ji hemû kes û aliyan re dixwazim.
Li vira pêwîstî dizanim ku gelek spasiya rêhevalên DEM Partî û Kurdên Bakur, bi taybetî her du hevserokên birêzan Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan dikim ku ez vexwendibûm ku beşdarî pîrozbahiya Newroza Kurdan a Ameda ezîz bibim, lê mixabin ji ber wê helwesta min a neteweyî li roja îro û ya salên berê min nekarî amade bibim, lê her tim bi dil û can ez tevî we hemûyan im.
Herwiha dilxweş û bextewer im bi pîrozbahiyên Newrozê yên li hemû bajaran, bi taybetî jî li Amedê ku bi coşeke mezin tê lidarxistin. Bêguman em jî mil bi milê we xebatê dikin ji bo berjewendiyên gelê xwe û li kêleka we şerê dagîrkeran dikin.
21 Adar 2025