
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Newroza Amedê:
Ji bo şahiya Newrozê ya Amedê;
Xuşk û birayên hêja,
Gelê xweştivî yê Amedê
Beşdarên bi rûmet yên şahiya Newrozê
Ji dil û can cejna we ya Newrozê û sersala we ya nû pîroz dikim. Newroz, ev cejna dîrokî ku nîşana vejîn, nûbûn, hêvî û umêdê ye, kultureke me ya hevpar e ku bi dirêjahiya hezaran salan, Kurdan û gelên vê herêmê bi hev re girê dide. Hêvîdar im Newroza îsal bibe Newroza xêr û xweşî û serkeftinê ji bo we hemûyan.
Cejna me ya Newrozê, îsal di demekê de vedigere ku zemîne û hêviyek ji bo aştiyê û aramiyê çê bûye. Ji bo vê yekê hewlên dewleta Tirkiyê, di serî de birêz serkomar Recep Tayyip Erdoğan û hemû hêz û aliyên ku keda wan ji bona aştiyê heye, herweha hewlên birêz Öcalan û her kesê ku piştgiriyê dide pêvajoya aştiyê, gelek bi rêz û pêzanîn dinirxînim.
Pêvajoya aştiyê derfet û gaveke dîrokî ye, divê neyê windakirin û her kes ji bo biserxistina aştiyê bi dil û can bixebite. Gelê Kurd bi aştiyê û pêşxistina çanda bihevrejiyanê, dikare baştir û bêtir dengê xwe bighîne û mafên xwe bidest bixe. Aştî dikare navbera gel û milletan xweş bike, welatan ava bike û ji her kesî re aramiyê bîne.
Em dîsa li Herêma Kurdistanê weke her tim piştgiriya xwe ji bo aştiyê û biserxistina vê pêvajoyê nîşan didin. Ji bo ku aştî bi ser keve, çi bikeve ser milê me û çi ji me bê xwestin, em amade ne. Serkeftina aştiyê, serkeftina me hemûyan e.
Di vê roj û cejna pîroz de, dîsa ji dil û can we hemûyan silav dikim, cejn û sersala we pîroz û bi xêr be. Hêvîdar im Newroza îsal bibe Newroza aştî û aramiyê. Hêviya cejn û şahiyek xweş û bi kêf, ji we hemûyan re dixwazim. Hûn her hebin.
21 Adar 2025