Peyama piştgiriyê ya Bizava Goran

Peyama Bizava Goran: 

Pirsgirêka Kurd yek ji mezintirîn û serekîtirîn Pirsgirêkên Rojhilata Navîn û di nav de jî Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê ye, mixabin dewleta Tirkiyeyê bi berdewamî çavên xwe ji çareserkirina vê pirsigirêkê re girtiye û hewl dide ji nedîtî ve nêzîkî vê babetê bibe.

Di nûtirîn pêşhatê de, Dewleta Tirkiyeyê sizayên giran bi ser rêvebir û serkirdeyên Kurd yên Partiyên Kurdan li Bakûrê Kurdistanê ya li ser doza Kobanî de sepandiye û ev yek bûye sedema aloztirbûna rewşa Kurdan li Tirkiyeyeyê.

Bêguman hewldanên wisa ne di berjewendiya Tirkiyeyê de ye û ne jî pirsa Kurd bi vê rêbazê çareser dibe, bi van pêngavan tenê qeyran kurtir dibin û rê ji çareseriyeke aştiyane û demokratîk re tê girtin.

Em weke Bizava Goran her dem di vê baweriyê de ne ku pirsa Kurd li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê pirseke siyasî ye û divê bi rêbazên diyalogê, aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Bêguman rêbazên ku niha dewleta Tirkiyeyê girtiye ber xwe (rêbazên weke şer, operasyonên leşkerî û siyasî, êrişên ser nasname û hebûna Kurdan) sedemên sereke ya qeyranên mezin yên wî welatî ne.

Em weke Bizava Goran biryarên ku li ser siyasetmedarên Kurd (nexasim yên HDPî) hatine sepandin bi tundî rexne dikin û careke din tekezî li vê yekê dikin ku yekane rêya çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê, bidawîkirina tecrîd, destpêkirina pêvajoya diyalog ya aştiyane û demokratîk e.

Navenda Rêvebiriya Bizava Goran

16 Gulan 2024