
Birêz Mesûd Barzanî ji bo Newroza Amedê peyamek şand:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan,
Newroz ji bo gelê Kurdistanê, bihar, nûbûn, ronahî û azadî ye. Newroz wateya jiyaneke nû û mizgîniya serkeftina ronahiyê li ser tarîtî û zilmê dide. Bi helkefta hatina cejna neteweyî ya Newrozê, ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û hemû çînên xelkê Kurdistanê dikim. Ez pîrozbahiya Newrozê li hemû zarok û gedeyên gelê Kurd li her perçeyên din ên Kurdistanê dikim. Pîrozbahiyê li wan hemû neteweyan dikim ku Newroz bûye beşek ji dîrok, çand, dab û nerîtên wan.
Li vir dixwazim bi germî pîrozbahiya Newrozê li revenda Kurdî û li wan milyonan Kurdan bikim ku bi hesteke bilind û ve dûrî ji axa niştimana xwe Cejna Newrozê bilind digirin û nirxên Newrozê li hemû cîhanê belav dikin. Ez ji wan re dibêjim ku hûn her dem di hizr û wijdana me de ne. Şahî û cejnên we dirêjahiya şahî û cejnên me ne. Cihê şanaziyê ye ku em dibînin hûn di Newrozê de alaya azadiyê û rûmetê bilind dikin. Ez gelekî kêfxweş im ku li bajarê Kolnê yê welatê Almanyayê ahengên Newrozê tên lidarxistin û hûn hestên xwe ji bo welatê xwe dubare dikin. Hûn deng û rengê gelê xwe ne û ez destxweşiyê li we dikim.
Di roja cejna neteweyî ya Newrozê de bi şanazî em tekeziyê li ser çanda pêkvejiyanê û peyama aştîxwaziyê ya gelê Kurdistanê dikin. Her ji vê nerînê ve em piştgirê pêvajoya çareseriyê û aştiyê ne li Tirkiyeyê. Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de Birêz Abdullah Ocalan were azadkirin û em aştiyê wek rêya tenê ya rast û dirust ji bo çareserkirina pirsgirêkan dibînin. Her di vê boneyê de em bi wê hêviyê ne ku dawî li êş û azarên Kurdan li Sûriyeyê were. Kurd bi helwesteke hevpar û rêbazeke aştiyane li gel aliyên din ên Sûriyeyê bigihêjin encamekê ku di xizmeta hemû aliyan de be.
Ez hêvîdar im ku Newroza îsal bibe destpêkek ji bo aramî û xweşiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê û herêmê bi giştî.Ew Newroz û hemû cejnên we di bextewerî û aştiyê de derbas bibin. Ez hêvî dikim ku gelên herêmê bikaribin di bin siya aramî û îstîqrarê de, di atmosfereke aştiyane û birayane de bijîn.
Newroza we pîroz be, bi xêr û xweşî bijîn.
21 Adar 2025