Rojnamegerên li pey heqîqetê nemir in

Daxuyaniya Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê:

Rojnamegerî parastina heqîqetê, mafê gel ê gihandina agahiyan, hafizeya civakî û jiyana demokratîk e. Desthilatdarên her serdemê her tim hewl dane ku rojnamegeriyê bikin amûreke ku xizmeta wan dike, yan jî bi zext, tundî û komkujiyan hewl dane rojnamegeriyê bêdeng bikin. Ji bo vê jî rojnamegerên ku rastiyan derdixin holê û dibin dengê gel her tim bûne hedefa pergalê.

Li Tirkiyeyê û bi taybetî jî li Kurdistanê bi zextên giran, sansur, gef, girtin û kuştinan bi salan e rojnameger tên bêdengkirin. Îro jî bi dehan rojnameger di girtîgehan de ne. Lê belê ne tenê bi rêyên hiqûqî û îdarî, her wiha bi rêya rasterast hedefgirtina mafê jiyanê jî hewl tê dayin ku rojnamegeran bêdeng bikin. Di 5 salên dawî de 15 rojnameger ji ber êrişên leşkerî yên li ser Herêma Federal a Kurdistanê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin. Ev rojnameger ji ber ku sûcên şer, mirina sivîlan, kuştina jinan, koçberiya bi darê zorê, wêrankirin û sansurkirina heqîqetan belge kirin hatin hedefgirtin. Ji ber ku ev pergal naxwaze rastî bê tomarkirin. Lewre ew dizanin ku dema rastî derkeve holê rizîn, derew û zilma ku wan afirandiye diyar dibe.

Weke Partiya DEMê em do jî li hemberî van êrişan bêdeng neman û îro jî em ê bêdeng nemînin. Em ê bê westan bibin parêzvanên çapemeniya azad, têkoşîna heqîqetê û mafê gel ê agahdarkirinê. Em li kêleka her rojnamegerekî ne ku pênûsa xwe ji bo raya giştî bi kar tîne. Kamera, mîkrofon û lênûskên wan ên nîşeyên dê rêberiya me bidomînin. Ji ber ku ev têkoşîn ne tenê têkoşîna rojnamegeran e, têkoşîna gelan e.

Ji Hasan Fehmî heta Metîn Goktepe, ji Gurbetellî Ersoz heta Hrant Dînk, ji Musa Anter heta Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, em bi rêzdarî li ber bîranînên hemû rojnamegerên ku hatin qetilkirin serî ditewînin. Em soz didin hemû rojnamegeran ku li pey heqîqetê dimeşin, li gel zextan paşve gav neavêjin, pênûs û kameraya xwe ji bo azadiya gelan bi kar tînin: Em ê we nedin jibîrkirin, em ê têkoşîna we berfireh bikin, em ê tu carî dest ji têkoşîna we bernedin.

Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê ya Partiya DEMê
6 Nîsan 2025