Starta bernameyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Êlihê hat dayîn

Komîsyona me ya Ziman û Çandê bi pêşengiya jinan û bi sazî, partî û pêkhateyên demokratîk re li bajarê Êlihê starta bernameyên Cejna Zimanê Kurdî da. Digel Komîsyona partiya me, DBP, HDP, Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Ziman a Arî (ARÎ-DER), Navenda Çandê ya Baharê (BKM), Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxên Odeya Avahîsazan ên Êlihê, Akademiya Dîwan û Yenî Sahneyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî meş û daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Rêvebera Komeleya ARÎ-DERê Havva Can ve hat xwendin:

Zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn, qedîm û dewlemend ê neteweya kurd û mirovahiyê ye. Di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandên cuda. Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasnameya kurdan a neteweyî ye; xîm û sîwana yekîtiya kurdan e. Azadiya zimanê kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya kurd e.

Gelê kurd bi vê zanebûnê her dem û dewranê ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî kedeke mezin daye. Li dijî hemû zor û zehmetiyan jin û dayikên kurd, têkoşer û pêşengên kurdan têkoşîna xwe bênavber meşandine. Yek ji pêşengên têkoşîna zimanê kurdî jî Celadet Alî Bedîrxan e ku wî û hevalên wî xwe gihandin hawara zimanê kurdî.

15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, diwarê ziman û çanda kurdî de tovê şoreşeke mezin hat reşandin û Kovara Hawarê bi latînî dest bi weşanê kir. Ev tovê ku ji aliyê Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî ve hatiye reşandin ji bo geşedan û têkoşîna zimanê kurdî bû çavkaniyeke bingehîn a dîrokî.

Ev roja dîrokî ji bo kurdan xwedî girîngiyeke mezin e ku yekem car kovareke bi kurdî bi alfabeya latînî çap bûye û mijara alfabeya latînî ji bo zimanê kurdî zelal kiriye.

Di destpêka weşana kovara Hawarê de wiha hatiye gotin, “Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û azadiyê vedike. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e".

Ev hişmendî û dîrok bi van gotinên birêz Evdila Ocalan a ku digot “Ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin” vê heqîqeta qedîm piştrast û temam dike.

Gelê kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd taybetî ev 50 salên dawî li gel hemû êrîş, dagirkerî û polîtîkayên pişaftinê ya dijî çand, ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî bi vê hişmendî, biryardarî û îradeyê têkoşiyaye û vê têkoşîna xwe ya bêhempa hê jî didomîne.

Di encama vê têkoşînê de, di sala 2006an de bi ked û hewldanên TZPKurdî, Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ev roj bi vê hişmendî û giyanê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî her sal tê pîrozkirin.

Rastî ew e ku jêderk û çavkaniya hawara zimanê kurdî qasî dîroka me kurdan qedîm e. Bêguman jêderk û çavkaniya bingehîn a vê rastiyê jî jinên kurd in. Dema ku em dibêjin "jin jiyan e" em wate û giraniya vê gotinê baş dizanin. Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimanî jî ye. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in.

Di dîroka gelê kurd de, ji bo parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî û nirxên kurdewar gelek jinên kurd di asta pêşengiyê de têkoşîn û xebatên girîng meşandine, berdêlên mezin dane. Li Kurdistana Sor û her çar milên Kurdistanê jinên wek Celale Xanima Loristanî, Semen Xanima Dewdanî, Nêrgiz Xanima Şehrezorî, Mestûre Kurdistanî, Lîza Xanim, Sûsika Simo, Fatma Alî, Meryemxan, Eyşe Şan, Sîma Semend, Jîla Huseynî, Sêvê Demîr û bi sedan jinên kurd ên din mînakên vê yên herî şênber in.

Li ser vê bingehê, pêwîst e ku di roja me de jî, yên herî zêde li vê hawara zimanê kurdî û nirxên kurdewar xwedî derkevin û bi ala zimanê kurdî bimeşin, têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê bilind bikin em jinên kurd in.

Ji ber vê yekê, em jin çawa ku jiyana xwe bi giyanekî azad ava dikin, divê jiyana azad jî bi zimanê xwe ava bikin. Li şûna ku em tenê bibêjin ku "em xwedî li zimanê dayikê derkevin"; divê em di heman demê de bibêjin ku "em xwedî li zimanê jinê, jînê û azadiyê derkevin."

Îsal em ê bi diruşma ‘HER DEM KURDÎ HER DER KURDÎ’ bi armanca bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna şikandina tecrîda li ser zimanê kurdî ku parçeyek ji tecrîda li ser rêzdar Evdilah OCALAN û tecrîda giştî ya li ser têkoşîna jinên kurd û hemû neteweya kurd e bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Em ê li her derê dengê zimanê kurdî bilind bikin û rengê wî li her derê belav bikin. Di vê çarçoveyê de; bi armanca belavkirin û xurtkirina hişmendî, hîndekarî û rêxistinkirina civakî ya zimanê kurdî, herwiha bi daxwazên fermîbûna zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî, ji îro heta 1ê hezîranê dê li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê û li gelek bajar û navçeyên Tirkiyeyê miting, meş, daxuyaniyên girseyî, belavkirina bi sed hezaran belavokan, bernameyên gel, konser, mîhrîcan, şahî, panel, form û hwd. bên lidarxistin.

Em bi boneya salvegera 92yan a Kovara Hawarê, nemir Celadet Alî Bedirxan û hemû hevalên wî, hemû jin, dayik û têkoşer û parêzvanên zimanê kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin.

Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê kurd, li rêzdar Evdilah Ocalan, li hemû jin û dayikên kurd, li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê kurdî pîroz dikin û bang û gazî li hemû gelê xwe yê Kurdistanê û li her derê cîhanê hemû partî, sazî, rewşenbîr û derdorên kurd dikin ku:

EM TÊKOŞÎNA ZIMANÊ KURDÎ BILIND BIKIN!

EM HER DERÊ BIKIN DIBISTAN Û ZANÎNGEHÊN ZIMANÊ KURDÎ!

EM HER DEM Û LI HER DERÊ

BI KURDÎ BIAXIVIN,

BI KURDÎ BIXWÎNIN,

BI KURDÎ BINIVÎSÎN

Û BI KURDÎ BIJÎN!

JIN JIYAN AZADÎ

09.05.2024