Stratejî û Polîtîkaya Zimanê Kurdî û Çanda Kurdewar a Şaredariyan

Hevşaredarên me û Lijneya me ya Ziman û Çandê li Bazîdê li ber Goristana Ehmedê Xanî Belgeya Stratejî û Polîtîkaya Zimanê Kurdî û Çanda Kurdewar aşkera kirin. 

Belgeya Dimilkî ji aliyê Namzeda Hevşaredariya Navçeya Sûrê Fatma Gulan Onkol û ya Kurmancî jî ji aliyê Namzeda Hevşaradariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal ve hat xwendin. 

Hevberdevkê Komîsyona me ya Ziman û Çandê Heval Dilbihar di destpêka bernameyê de axivî û wiha got:

Têkoşîna gelê Kurd ala zimanê Kurdî bilind kiriye û nehiştiye bikeve erdê

Gelê me yê leheng û egîd hûn bi xêr hatin. Hûn dizanin gelê Kurd gelekî qedîm û dîrokî ye. Zimanê Kurdî û çanda kurdewar jî nirxeke bingehîn ya Kurdan e. Lê sed mixabin ji ber gelek sedeman bi sedan salan e hêzên hov û desthilatdar gelek êrişên hovane li ser zimanê Kurdî û çanda kurdewar meşandine. Lê belê ji ber qedîmbûna zimanê Kurdî û ji ber têkoşîna azadiya neteweya Kurd daxwaza serweran ya jiholêrakirina ziman û çanda Kurdî di qiriqa wan de ma ye. Bi taybetî têkoşîna gelê Kurd ya 50 salan ya destanî û bêhempa ala zimanê Kurdî bilind kiriye û nehiştiye ku bikeve erdê. Miqabilî vê armanc û hewldanên xêznexwazan, serdestan ji bo jiholêrakirina zimanê Kurdî û çanda kurdewar hê jî ji holê ranebûye. Ji ber vê çendê em têkoşîna zimanê Kurdî û çanda Kurdewar li her derê Kurdistanê li her qadê bênavber dimeşînin. Têkoşîna parastin û bipêşxistina zimanê Kurdî û çanda Kurdewar jî rêveberiyên me yên xwecihî ne. 

Em soz didin Ehmedê Xanî em ê nehêlin zimanê Kurdî li bin lingê dagirkeran binale

Wek hûn jî dizanin ji bo hilbijartinê demeke kurt ma. Gelê me yê azadîxwaz bi giyanê Newrozê têkoşîna hilbijartinê jî derxistiye asta herî jor. Em ê di encama hilbijartinê de gelek hevêaredariyan bidest bixin. Ji ber vê çendê em ê îro li vê derê stratejî û polîtîkaya zimanê Kurdî û Çanda Kurdewar ya Şaredariyên me û rêveberiyên me yên xwecihî bi we re parve bikin. Em li ser navê Lijneya Ziman û Çandê ya Partiya DEMê dibêjin; gelî hevalan ev pirtûk bi sedan salan berî niha hatiye nivîsandin. Mem û Zîna Ehmedê Xanî. Em îro li ber goristana Ehmedê Xanî yê nemir in. Îro gelek fîlozof û zanyar li ser berhemên Ehmedê Xanî û li ser kesayeta wî lêkolîn û vekolînan dikin û wî dikin taca serê xwe. Ehmedê Xanî zimanparêk bû, Kurdîparêzek bû, çandparêzk bû, neteweparêzek bû. Mem û Zîn kesayetên Ehmedê Xanî yên kurdewar û gerdûnî bûn. Ji ber vê çandê em îro li ber tirbê Ehmedê Xanî em soz didin wî, em soz didin Memo, em soz didin Zînê, em soz didin bisk û keziyên dayik û dapîrên Kurdan; em ê nehêlin zimanê Kurdî li bin lingê dagirkeran binale. Em ê ala zimanê Kurdî û ala çanda kurdewar li asmenê mirovahiyê bilind bikin. Her bijî zimanê Kurdî, her bijî çanda kurdewar. Ji bo stratejiya zimanê Kurdî bi raya giştî re parve bike armancên me, mabesta me, ji bo parastina çand û zimanê Kurdî dê piştî piştî hilbijartinê çi be em ê bi we re parve bikin. 

Piştî axaftina Heval Dilbihar, Namzeda Hevşaredariya Wanê Neslihan Şedal deklarasyona bi Kurmancî û Namzeda Hevşaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol deklarasyona bi Kirmanckî xwend. Metnên deklarasyonê di pêvekê de ne:

Metna bi Kurmancî 

Metna bi Kirmanckî (Dimilkî)