Daxuyaniya Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê Tayip Temel ya derbarê 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî de:
Rojnameya Kurdistanê 126 sal berê 22yê Nîsana 1898an de li Qahîreyê ji hêla Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve hat derxistin. Ev rojname ji bo Kurdan di warê ronakbûn, gihîştina hişmendiya netewî û têkoşîna wekhevî û azadiyê de bûye pêngaveke mezin. Ev rojnameya ku di çapemeniya Kurdî û jiyana entelektuel ya Kurdan de bûye xala werçerxê mixabin li sirgûnê di nav şertên dijwar de hatiye derxistin û di bin pest û pêkûtiyan de maye. Digel ku ji welêt dûr hatibe derxistin jî çavkaniya xwe ji heqîqeta Kurdistanê stendiye û rastiya gelê Kurd aniye zimên. Rojnameya ku rejîma despot a Abdûlhamîd rexne kiriye ji ber zextan jimarên wê yên 6-31ê ji hêla Abdurrahman Bedirxan ve li Swîsre û Brîtanyayê hatiye derxistin.
Rojnameya Kurdistanê di ronakbûna Kurdan a di sedsala 20an de bûye qorzîberek û ji bo sazîbûna modern a çapemeniya Kurdî roleke giring bi cî aniye. Lewma roja derxistina rojnameyê yanê 22yê Nîsanê ji sala 1973yan û vir ve wek Roja Rojnamegeriya Kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin. 126 sal in bi hezaran rojnamegerên Kurdî digel hemû êriş û astengiyan, digel polîtîkayên înkar û tunekirinê li ser rêya ku Mîqdat Mîdhed Bedirxan vekiriye bi biryardarî dimeşin û vê kevneşopiyê bênavber hildigirin. Bi vê taybetmendiya xwe Rojnameya Kurdistanê li Rojhilata Navîn ji rojnameyekê wêdetir li dijî înkar û tunekirinê bûye roniya heqîqetê. Lewma dîroka çapemeniya Kurdî wek qadeke têkoşîn û berxwedanê xwe peytandiye û piştî evqas salan digel hemû zext û zordariyan jî têkoşîna xwe ya ronakbîriyê domandiye û xurt kiriye.
Ev heqîqeta ku di destpêka sedsalê de derketiye holê di tarîtiya salên 90î de wek ronahiyekê sekna xwe parastiye û di salên 2000î de jî pêşengiya guherîn û veguherîna siyasî kiriye. Gelek bûyerên wek qirkirin, komkujî, tundî û binpêkirinên mafên mirovan bi biryardarî û têkoşîna rojnamegerên Kurdî ji tarîtiyê derketine rastiyê û di dîrokê de ciyê xwe girtine. Ji ber vê biryardariya rojnamegerên Kurdî li ser wan êriş û zext û zordarî tu car kêm nebûne, ew hatine binçavkirin, girtin û sirgûnkirin. Desthilatan bi vî awayî xwestine ku rojnamegerên Kurdî ji rêya heqîqetê dûr bixin. Bi taybetî di 20 salên dawiyê de ji hêla desthilata AKPê ve polîtîkayên zextê, êrişên mezin û sansur hatin meşandin, bi OHAL û KHKyan hemû saziyên Kurdan hatin xesbkirin, rojname, televîzyon, kovar û radyoyên Kurdî hatin girtin. Ev êrişên ku çavkaniya xwe ji dijminahiya Kurdan distînin îro hîna jî li dar in. Di salen 90î de ev êriş wek polîtîkayên tunekirinê rû dan û di roja me de jî wek qetlîmanên li ser rojnamegeran tên meşandin. Wek hevrêyên xwe rojnameger û akademîsyen Nagehan Akarsel jî bi destê vê zihniyetê hat qetilkirin.
Em Roja Rojnamegeriya Kurdî di serî de li damezrînerê Rojnameya Kurdistanê Mîqdat Mîdhed Bedirxan û hemû kedkar û xemxurên çapemeniya Kurdî pîroz dikin. Em di şexsê Musa Anter, Gurbeteli Ersoz, Nagehan Akarsel, Hafız Akdemir û Huseyin Deniz de hemû cangoriyên çapemeniya Kurdî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Bîranîna wan, mîrasa wan a têkoşînê û berxwedana wan dê her tim rêya me ronî bike.
Tayip Temel
Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê
22 Nîsan 2024