Hatimoğulları: Barış mücadelesini sınırları aşa aşa örgütleyeceğiz

Eş Genel Başkanlarımız Tuncer Bakırhan ve Tülay Hatimoğulları, DBP’nin 6. Olağanüstü Kongresi öncesinde Diyarbakır’da gerçekleştirdiği konferansa katıldı. Burada birer konuşma yapan Hatimoğulları ve Bakırhan, şunları söyledi:

Hatimoğulları: Merhaba Ortadoğu’ya ve dünyaya mücadelesiyle örnek olan Kürt halkı!

Barış için, özgürlükler için, kardeşlik için binbir bedel ödeyerek mücadelesini yürüten Kürt halkı merhaba! “Jin, Jiyan, Azadi” sloganını sadece Türkiye’de değil, sadece İran’da değil; Ortadoğu’da ve bütün dünyada yaygınlaştıran Kürt kadınlar selam olsun sizlere! Halkının ve evlatlarının acılarını en derininde hisseden ama buna rağmen barış konusunda ısrarcı olan Barış Anneleri hepinizi saygı ve sevgiyle selamlıyorum. Şerzan Kurt’un, Kemal Kurkut’un genç yoldaşları selam olsun sizlere, binlerce selam olsun bütün gençlerimize! Merhaba dört parça Kürdistan’da özgürlük mücadelesini yürüten, bütün Ortadoğu'ya halkların nasıl özgürleşecebileceğini gösteren, örgütlü mücadelesi bütün Ortadoğu ve dünyaya örnek olan Kürt halkı, merhaba Rojava, merhaba dört parça Kürdistan!

Barış mücadelesini sınırları aşa aşa örgütleyeceğiz

HEDEP’in en büyük bileşeni olan DBP’nin konferansını gerçekleştiriyoruz. DBP sadece pratik varlığıyla değil ideolojik ve perspektif sunma konusunda da partimiz bileşenlerine çok büyük katkı sağlamıştır. Bu katkıları daha da büyüteceğine olan inancımla konferansınızı selamlıyor ve başarılar diliyorum. Bu konferans gerçekleşirken Türkiye’de işçilerin, emekçilerin, yoksulların daha da yoksullaştığı bir dönemden geçiyoruz. Bu konferansı gerçekleştirirken Rojava ve Gazze üzerine bombalar yapıyor. Ortadoğu'nun iki kanayan yarası var: Filistin ve Kürdistan. Bu iki sorun çözülmeden Ortadoğu barış yüzü görmeyecek. Bu iki sorunu çözebilecek olan da Ortadoğu halklarıdır, bizleriz, sizlersiniz. Barış mücadelesini sınırları aşa aşa örgütleyeceğiz Tarih boyunca gün yüzü görmeyen bu coğrafyanın halkları eşit bir zeminde onurlu bir barışı çoktan hak etti. Bunun için çok daha büyük bir cesaret ve inançla akıllarımızı ve fikirlerimizi birleştirerek daha büyük örgütlenme zamanı, tam da barış deme zamanı. Biz barış demekten asla vazgeçmeyeceğiz. Barış diyeceğiz. Barış diyeceğiz. Barış diyeceğiz. Ji bo Aştiyê, ji bo biratiyê, ji bo wekheviyê, ji bo edaletê, Bijî têkoşîna hevpar. Serkeftin, serkeftin, serkeftin!

Bakırhan: DBP çiqas mezin bibe tifaqa me jî, HEDEP jî dê ewqas mezin bibe

Gelî hevalên hêja: ez di serî de we û hevalên dîwanê bi rêzdarî silav dikim, bejna xwe li ber hemû şehîdên azadiyê û demokrasiyê ditewînim. Hûn ser seran ser çavan hatin. Hêvîdar im ku Kongreya me bibe sedema azadiyê û wekheviyê. Ev Kongreya me ya dîrokî bila ji bo gelê me pîroz be. 

Koka DBP’yê koka têkoşîna me ye. Di dîroka Partiyê de kedeke pîroz heye. Ev ked keda bi hezaran şehîdan e. Em deyndarên şehîdên azadiyê ne. Divê em layiqî vê kedê û vê rêya pîroz bibin. Îro divê her kes vê rastiyê qebûl bike, heta siyaseta me ya Kurdistanî mezin nebe em jî mezin nabin. DBP çiqas mezin bibe tifaqa me jî, HEDEP jî dê ewqas mezin bibe. Ji bo pêşengiya gel mîsyoneke dîrokî a DBP’yê heye. Ji ber vê yekê divê armanca me hemûyan bibe mezinkirina DBP’yê.

Wek hûn jî dizanin îro li Rojhilata Navîn şerên giran berdewam dikin. Ev sed sal in sedema şer û aloziyê sîstem bixwe ye. Gelê Kurd bi sed salan li hember polîtîkayên asîmîlasyonê û faşîzmê li ber xwe dide. Şerê hebûn û nemana me dide.

Rêya çareseriyê Konfederalîzma Demokratîk e

Hevalên hêja; careke din ev rastî derketiye holê ku netew-dewletên nijadperest nikarin bibin çareserî. Îro jî em baş dizanin çareserî jiyaneke demokratîk û wekhev e. Li Rojhilata Navîn heta pirsgirêka gelê Kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Heta Kurd azad nebin tu gel azad nabe. Heta zilm û zordariya li ser gelê Kurd berdewam bike tu welat nakevin nav aramiyê. Em dibêjin rêya çareseriyê Konfederalîzma Demokratîk e.

Heta tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe tecrîd û tarîtiya li ser civakê jî ranabe

Hevalên hêja; îro tecrîda li ser Birêz Ocalan giran bûye û civak jî ketiye bin vê tecrîda mezin. Heta tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe tecrîd û tarîtiya li ser civakê jî ranabe. Hemû hêzên gelê Kurd û dostên gelê Kurd divê vê rastiyê baş bizanin. Divê em hemû têkoşînê bilind bikin, tecrîda li ser Birêz Ocalan rakin. Heta em rêxistinê mezin nekin ev tecrîd dê bidome. Rakirina tecrîdê ne bes e, divê em azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan jî pêk bînin.

Pêdiviya me ya herî mezin yekîtiya netewî ye

Hevalên hêja; pêdiviya me ya herî mezin îro yekîtiya netewî ye. Gelê Kurd ji her alî ve di bin êrişên dijwar de ye. Êriş li hember hebûna me ye. Divê hemû hêzên gelê Kurd kom bibin û tenê pêşeroja gelê me esas bigirin. Ji bo vê jî divê em têkoşîna îdeolojîk û dîplomasiya gelan mezin bikin. Di vî alî de rol û mîsyona DBP’yê dîrokî û pîroz e. Li dijî îmha û asîmîlasyonê em ê paradîgmaya xwe heta dawiyê biparêzin. Ji bo Kurd bigihêjin statuya xwe em ê bi hemû hêzên xwe têkoşînê mezin bikin. Ji bo têkçûna faşîzmê em ê tifaqên demokratîk mezin bikin. Wekî şoreşgerekî gotiye eger hûn li dijî faşîzmê nebin yek di zindanên faşîzmê de hûn ê werin cem hev.

Hevalên hêja; tevgera jinan îro li hemû dinyayê deng û rengê jinan bilind dike. Hevalên me yên jin îro pêşengiya doza gelê me dikin. Dengê jinên Kurd Jin Jiyan Azadiyê li cîhanê belav dikin. Ez wek rêhevalê jinan têkoşîna jinan silav dikim, hûn her hebin hûn her bijîn!

Em ancax bi têkoşîna ciwanan dikarin pêşeroja xwe ava bikin

Di dawiya axaftina xwe de jî ez dixwazim li ser heqîqeta ciwanan jî çend tiştan bibêjim. Divê di nav Partiya xwe de ji bo ciwanan zemînên baş ava bikin. Ciwan pêşeroja me ne. Em ancax bi têkoşîna ciwanan dikarin pêşeroja xwe ava bikin. Ez careke din we hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Kongreya me ji gelê me re pîroz be. Bi xêr be. Serkeftin ji me hemûyan re.

5 Kasım 2023